Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê 2021-09-20 14:10:12 ÊLIH - Meclîsa Ciwanên HDP’ê, di çarçoveya kampanya “Em tiryakê biterikînin, jiyana nû ava bikin” de, li Êlihê bi ciwanan re civiya.  Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" de xebatên xwe berdewam dikin. Ciwanên HDP’î li gundê Timoq a navçeya Hezo ya Êlihê hatin gelhev û seyranek organîze kirin. Nêzî 50 ciwan tevlî seyranê bûn. Di seyranê de li ser mijarên polîtikayên şerên taybet atolye hatin lidarxistin, li ser fihûş û tiryakê nîqaş hatin kirin.    Bernameya ciwanan bi gerandina guvendê bi dawî bû.