Li Zanîngeha Bogazîçiyê 6 xwendekar hatin dûrxistin 2021-11-23 15:50:42   STENBOL - Li Zanîngeha Bogazîçiyê li ser daxwaza rektorê qeyûm Nacî Încî 6 xwendekar ji zanîngehê hatin dûrxistin.    Li Zanîngeha Bogazîçiyê li ser daxwaza rektorê qeyûm Nacî Încî, 6 xwendekarên ku di 4’ê Mijdarê de tevlî çalakiya şermezarkirina rektor bûbûn, ji aliyê Lijneya Dîsîplînê ya Fakulteya Fen û Wêjeyê ve hefteyekê hatin dûr xistin. Di çalakiyên 4’ê Cotmehê yên li zanîngehê de 2 xwendekarên Bogazîçiyê hatibûn girtin. Derbarê 13 xwendekaran de biryara dûrxistinê hatibû dayîn. 12 xwendekar bi kontrola şertê edlî û qedexeya derveyî welat tên darizandin.