Ozgun ê HDP’yî ku 2 caran bi heman îdiayê hatibû girtin hat berdan 2021-11-25 14:37:35   STENBOL - Nûrûllah Ozgûn ê HDP’yî ku ji ber îfadeyên li dijî wî hatin dayîn 4 caran hat binçavkirin û bi heman îdîayan 2 caran hatibû girtin, hat berdan.   Danişîna doza endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûrûllah Ozgûn li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Ozgun, ji Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerê Ozgun ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin Muslum Kocaoglû jî li danişînê amade bû.    ‘QAŞO’ ŞAHID E LÊ NASNAKE   Ozgun parastina xwe bi kurdî kir û diyar kir ku Mazlûm Şîmşek ê di danişîna beriya niha de li ser wî îfade dabû û bûbû sedemê girtina wî gotiye ku wî nasnake û anî ziman ku ligel vê yekê jî girtî tê darizandin.    ŞAHIDAN DOZGER DEREWANDIN   Ozgun, da zanîn ku derbarê wî de du kesan îfade daye lê îdiayên wan derewin û wiha got: “Dema ez hatim binçavkirin, dozger ji min re gotibû ku kesên îfade dane derewan nakin. Lê îro em lê dinerin ku kesên derbarê min de îfade dane dibêjin min nasnakin.”   4 CARAN HAT BINÇAVKIRIN DU CARAN HAT GIRTIN   Parêzerê Ozgun, Kocaoglû bi bîr xist ku bi heman beyanan muwekîlê wî 4 caran hatiye binçavkirin û 2 caran hatiye girtin. Kocaoglû, da zanîn ku muwekîlê wî 9 meh in bi îdiayên dubare girtî ye, hatiye mexdûr kirin û xwest muwekîlê wî were berdan.    HAT BERDAN   Piştî parastina parêzer dozgeriyê xwest ku Ozgun girtî bimîne. Şandeya dadgehê jî bi şertê kontrola edlî Ozgun berda.