Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Yildiz hat bibîranîn 2021-12-28 16:01:56   WAN - Endamê Lijneya Rêveber ê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ozan Yildiz ku di encama derbaskirina qeyrana dil de jiyana xwe ji dest dabû, hat bibîranîn.    Endamê Lijneya Rêveber ê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ozan Yildiz ku di encama derbaskirina qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hat bibîranîn. Endamên Komeleya Zanîst, Antropolojî, Çand û Hunerê (Bask-Der) ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê û Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Goristana Yenîmahalle ku gora Yildiz lê ye hatin cem hev.    SOZA TÊKOŞÎNÊ    Endamê Bask-Der’ê Orhan Ozkan piştî rêzgirtinê axivî û wiha got: “Hevalê me Ozan, tevî nerehetî û hemû şert û mercên zehmet jî xwe li paş negirt û bi hemû baweriya xwe ji bo azadiyê têkoşiya û bû hevrêyekî mînak ji me hemûyan re. Em soza xwe ya têkoşîn û şoreşê ya hevrêyê xwe Ozan dubare dikin.”   Ciwanan piştî axaftinê qûrnefîl danîn ser gora Yildiz. Li avahiya Bask-Der’ê pola Ozan Yildiz jî hat vekirin.