Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê 2022-05-21 21:08:10   ÎZMÎR - SGDF, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji bo 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin.    Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mirina girtiyan ji bo 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Ciwan di çarçoveya çalakiya greva birçîbûnê de serdana saziyan kirin û xwestin li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bertek zêde bibin.    Endamên SGDF'ê serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kirin. Hevserokê HDP'ê yê bajêr Çinar Altan û rêvebirên partiyê ciwan pêşwazî kirin. Di serdanê de ciwanan behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kirin û xwestin her kes di vî warî de hesas tevbigere. Ciwanan ragihand ku ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin û ji bo vê serdana saziyan dikin.   Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Çinar Altan jî got: "Ev bangawaziya ciwanan a ji bo girtiyên nexweş û zilm, îşkence û bêhiqûqîtiya li girtîgehan watedar e. Em jî vê bangawaziyê wekî bangawaziya xwe qebûl dikin."    Ciwanan paşê bi dorê serdana Partiya Azadiya Civakî (TOP) û nûnerên Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) kirin.   Çalakiya greva birçîbûnê dê sibê jî bi serdanan bidome.