Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin 2022-11-29 12:27:23   AMED - Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kilinç ku li ser îfadeyên şahid Kezban Kuday hatibû girtin û 6 meh in di girtîgehê de ma, hate taloqkirin.    Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Esengul Kilinç, li ser îfadeyên şahida bi navê Kezban Kuday hatibû girtin û di 18’ê cotmehê de hatibû berdan. 2’yemîn danişîna doza Kilinç ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de parêzerê Kilinç, Mehmet Oner amade bû.    Şandeya dadgehê, bi daxwaza temamkirina kêmaniyên di dosyayê de, doz taloqî 28’ê sibatê kir.