Ciwan ketine nava seferberiya erdhejê: 200 ciwan li Semsûrê ne 2023-02-16 09:34:44   SEMSÛR - 200 endamên DOM’ê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê berê xwe dan Semsûrê û banga berfirehkirina seferberiya piştevaniyê kirin û gotin: “Pêdiviya gelê me bi me heye.”   Bi sedan ciwanên ji bo tora piştevaniya mexdûrên edhejê hatin Semsûrê, bi dilxwazî dixebitin. Ev ciwan ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine. Li Semsûrê bi hezaran avahî hilweşiyane û bi hezaran avahî xesar dîtine. Bi deh hezaran welatî bêcih man û li qadan û kolanan dimînin. Li gorî daneyên nefermî tê gotin li navenda Semsûrê ji 11 hezarî zêdetir mirov canê xwe ji dest dane û bi deh hezaran jî birîndar in. Dewletê û saziyên xwe dereng man ku welatiyan ji bin xirbeyan rizgar bikin û alîkariyê bikin. Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi beşdariya rêxistinên sivîl û odeyên pîşeyî Koordînasyona Bajêr a Semsûrê hat avakirin. Koordînasyon ji roja ewil ve piştevanî û alîkariya xelkê mexdûr ên Semsûrê dike û bênavber xebatên xwe didome. Koordînasyonê heta niha di serî de li navenda bajêr û li gund û navçeyan heta niha alîkariyê gihandiye 50 hezar kesî.    Bi sedan endamên Meclisa Xwendekarên Demokratîk (DOM) jî bi dilxwazî tev li xebatên Koordînasyona Bajêr bûn û ji bo alîkariyê bigihînin gel dixebitin.    ‘PÊDIVIYA GELÊ ME BI ME HEYE’   Endamê DOM’ê Muhammed Borak diyar kir ku ew hefteyek berê hatiye Semsûrê û rojên ewil tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûye û paşê jî tev li xebatên alîkariyê bûye. Borak da zanîn ku ji roja ewil a erdhejê ve nêzî 200 endamên DOM’ê hatine Semsûrê û tabloya bi êş a li Semsûrê hê jî wek roja ewil e. Borak anî ziman ku mexdûrên erdhejê di rewşek şerpeze de ne û wiha got: “Rewşa gelê me qet ne baş xuya dike. Pêdiviya gelê me li vir me heye. Pêvajoya dermankirina birîna wê demek dirêj dewam bike. Divê di rojên pêş de jî alîkarî berdewam bike. Divê hê jî her kes tev li seferberiya alîkariyê bibe.”    Borak diyar kir ku li Semsûrê pêdivî bi hêza mirovan heye û got: “Em wek DOM’ê bang li gelê xwe dikin ku bên Semsûrê. Herî zêde pêdivî bi konan heye. Mirov li vir bi travmayek mezin re rûbirû mane. Her wiha li vir pêdivî bi piştevaniya derûnî jî heye.”    ‘GEL XWE BI XWE BIRÎNÊN XWE DIPÊÇE’    Jiyan Arjîn jî ji Amedê bi komek 15 hevalên xwe re hatiye Semsûrê û destnîşan kir ku alîkarî hê jî kêm e û wiha got: “Em bi armanca piştevanî û alîkariya gel3e xwe hatin vir. Em niha di xebatên alîkariyê de cih digirin. Divê tenê ne Semsûr em alîkariya bajarên din jî bikin. Divê em di rojên wiha de dest bidin destê hev. Pêwîste kampanya alîkariyê demek dirêj bidome. Lazim e hevalên me yên ciwan werin herêmên erdhejê. Çi ji destê kê were divê bike. 4 roj in ez li vir im. Me dewletê li vir nedît. Gel her tiştî bi derfetên xwe dike û xwe bi xwe birîna xwe dipêçe.”    MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal