Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin 2023-03-11 09:22:59   MELETÎ - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê, ji bo zarokên mexdûrên erdhejê li Meletiyê "Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan" ava kirin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji roja ewil a erdhejên Mereşê ku di 6'ê Sibatê de çêbûn û bandor li 11 bajaran kirin, li herêmên erdhejê birînên mexdûrên erdhejê dicebirîne. Ciwanên HDP'î ku li Meletiyê xebatên xwe didomînin, li ser navê berkîn Elvan ku di dema çalakiyên Parka Geziyê de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, parkek ava kirin. Ciwanan ku ev park ji bo zarokên mexdûrên erdhejê çêkir, navê "Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan" lê kirin.    ‘JI BO BÎRANÎNA BERKÎN ELVAN'   Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Ramzan Ozdemîr bilêv kir ku di salvegera 9'an a mirina Berkîn elvan de parkê ava kirine û got ku vê parkê di şexsê Elvan de ji bo hemû zarokên hatine qteilkirin ava kirine. Ozdemîr destnîşan kir ku bi hezaran zarok di dema erdhejê de di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane û got: "Desthilata ku tiliya wî di kuştina Berkîn Elvan de heye, tiliya wî di mirina bi hezaran zarokên di bin kavilan de man jî heye. Em li parkê lîsteya pêdiviyên zarokan amade dikin. Xebatên me yên di vî warî de didomin."    ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN'   Ozdemîr destnîşan kir ku ji bo zarokan qadên lîstikê çêdikin û got: "Me ev, bi derfetên kêm ava kir. Me li parkê xelekek çêkir û bi vî awayî qadeke biewle çêkir. Li vir pirtûkxaneya me heye, qadên ku zarok lê bilîzin hene. Me tiştekî wisa çêkir ku zirarê nede bedena zarokan. Em hemû zarokan û gel vedixwînin vir. Bila werin serdana parka me bikin. Bi vî awayî em dikarin piştevanî û têkoşînê xurt bikin."    MA / Rûken Polat