Ciwanan li Hewagê Newrozê pîroz kirin 2023-03-19 23:22:07     RIHA - Ciwanên ku li navçeya Hewagê ya Rihayê hatin ba hev, Newrozê pîroz kirin. Ciwanan li dor agirê vêxistin govend gerandin.    Li navçeya Hewagê ya Rihayê ciwanên ku li hev kom bûn, agirê Newrozê vêxistin. Ciwanan bi stranan û govendê Newrozê pîroz kirin. Her wiha ciwanan xwe di ser agir re avêt.