Ji ciwanên Amedê xebata ji bo hilbijartinê 2023-04-24 22:49:14   AMED- Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de meşeke bi meşale li dar xistin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk, li Taxa Şeyhşamîl a navçeya Rezanê ya Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de meşeke bi meşale li dar xistin. Ciwanan li ber defê dirûşmeya "Em ê tecrîdê bişikînin" berz kirin.   Ciwanan piştî belavkirina belavokan, çûn buroya hilbijartinê û li vir govend gerandin.