Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan 2024-02-20 10:47:22 AMED - Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Mûrat Sonmez ê li Amedê hatibû binçavkirin hate berdan.    Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê li Amedê hatibû binçavkirin, hate berdan. Sonmez, bi hinceta derbarê wî de biryara lêgerînê heye duh êvarî li semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû hate binçavkirin. Sonmez ê birin miduriyeta polîsan a li navçeya Rezanê, piştî bi îdiaya “propagandayê rêxistinê” kiriye hate binçavkirin, hate berdan.