Ciwanan qeyûm şermezar kirin 2024-06-04 10:41:47   MÊRDÎN - Li Qoserê komeke ciwanan, li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi şev meş li dar xistin.    Komeke ciwanan li taxa Berçem a girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê meş li dar xistin. Ciwanên ku dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin, bi fîtikan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan. Ciwanan çalakiya xwe bi derengî şevê bi dirûşmeyan bi dawî kir.