Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin 2024-06-07 09:17:51 ÊLIH - Li Êlihê ciwanan biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi şev protestokirin.  Ciwanên ku li taxên Yeşîltepe û Petrolkentê yên Êlihê hatin bahev, biryara qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê protesto kirin. Ciwanan li kolanan lastîk vêxistin û dirûşma “Qeyûm dê biçin, gel dê bên” berz kirin. Polîsan bi gaza îsotê û ava bişid êrişî protestoya ciwanan kirin. Ciwanan jî bi keviran bersiva êrişa polîsan da. Protestoyê heta derengî şevê berdewam kir.