Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê 2024-06-29 13:16:27   ANTALYA - Li Alanyayê xwendekara zanîngehê Ronya Koç a 23 salî li wargeha lê dima bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Xwendekar Ronya Koç a di pola çaremîn a Fakulteya Bijîjktiya Diranan a Zanîngeha Alaaddîn Keykubat de dixwend du bi şev li wargeheke li navçeya Alanya ya Antalyayê ku lê dima bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Hate îdiakirin ku Koç a udh piştî merasîma mezuniyetê ya fakulteyê ya li Stada Konakliyê vegeriya wargeha lê dima întîhar kiriye. Cenazeyê Koçê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.  Piştî kar û barên otopsiyê dê malbata Koçê cenazeyê wergire û veşêre.