‘Îqtidar li ber xetereya tiryakê xwe li bêdengiyeke teşwîqkar daniye'

  • ciwan
  • 09:05 25 Îlon 2021
  • |
img
ÊLIH - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bermal Can, anî ziman ku îqtidar li ber xetereya tiryakê ku di nav ciwanan de berbelav bûye, xwe li bêdengiyeke teşwîqkar datîne û bi kampanyaya "Em pêgirtîbûnê bişikînin, jiyana nû ava bikin" dixwazin xwe bigihînin hemû ciwanan. 
 
Ciwan, her diçe hîn bêtir bi xetereya tiryakê re rû bi rû dimînin. Bi taybetî jî di salên dawî de li bajarên herêmê, di nav ciwanên kurd de berbelavtir dibe. Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî vê xetereya tiryakê û fuhûşê kampanyaya "Em pêgirtîbûnê bişikînin, jiyana nû ava bikin" dan destpêkirin. Kampanya di 10'ê Îlonê de dest pê kir û ciwanên HDP'î hewl didin ku di çarçoveya vê kampanyayê de xwe bigihînin hemû ciwanên li çar hawirdorê Tirkiyeyê û di vî warî de ciwanan serwext bikin. 
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bermal Can, derbarê xebatên kampanyayê yên li Êlihê de axivî. 
 
‘ARMANC CIWAN IN' 
 
Can anî ziman ku bi kampanyaya xwe hewl didin ku li dijî tiryakê û fuhûşê ciwanan birêxistin bikin û helwesteke hevpar nîşan bidin. Can, diyar kir ku bi taybetî ciwanên kurd di hedefa îqtidarê de ne û got: "Îqtidara ku bi hêza dînamîk û veguherîner a ciwantiyê dizane, di şexsê ciwanan de li hemberî gelê kurd şerekî taybet dimeşîne û hewl dide bi rêbazên bêhiqûqî û faşîst têkoşîna wan a rewa birûxîne. Di vê çarçoveyê de bi awayekî sîstematîk li bajarên kurdan bi taybetî fuhûş û tiryakê berbelav dike û ciwanan ji xwe re dike hedef. Em ciwanên HDP'î jî, me li dijî vê yekê pêngavek nû da destpêkirin." 
 
‘DIXWAZIN FERDÊN LI GOR PERGALÊ BIAFIRÎNIN'
 
Can, anî ziman ku îqtidar tiryakê wekî stûneke sermayeyê bi kar tîne û got: "Rastiyek e û tê zanîn hêza ku pergalê birûxîne, ciwan in. Lewma hedefa wan, dixwazin ciwanan apolîtîk bikin û ji taqet bixînin. Hêza motorî ya ciwana ye. Dixwazin vê motorê xera bikin. Ev feraset a tevahiya pergalan e û polîtîkayeke wan e. Ji lew ra ya ku pergalê birûxîne û ya ku pergalê ava bike ciwan in. Ji ber ku tiryak di warê aborî, zihnî, fîzîkî û laşî de dibe sedema texrîbatan, îqtidar jî herî zêde dixwaze di vî warî de ji xwe re cihokekê çêbike û wan bitevizîne. Bi vî awayî dixwaze tevahiya ciwanan temsîl bike û têxe bin kontrola xwe. Ciwanên bên kontrolkirin, vediguherin kesên li gor dilê pergalê." 
 
TAXÊN RÊXISTINKIRÎ
 
Can, diyar kir ku li Êlihê jî îqtidar bi taybetî berê xwe dide taxên rêxistinbûyî. Can, anî ziman ku bi taybetî di salên dawî de Êlih veguheriye navenda tiryakê û got: "Pir bi rihetî tiryakê dixin taxan. Ciwanên pêgirtî jî ji bo tiryakê bistînin diziyê dikin. Ciwanan tînin asta ku taciz, tecaziwê û sîxurtiyê bikin." 
 
Can, destnîşan kir ku hêla herî mezin a polîtîkaya şerê taybet jî polîtîkayên li ser ciwanên kurdan e û got: "Armanca wan, bi tiryakê ciwanan di warê zihnî bikujin. Em jî hewl didin miriyan sax bikin, şiyar bikin û bikin ku haya wan ji vê talûkeyê hebe û em hewl didin ku wan ji nav vê çiravê xelas bikin." 
 
Can, da zanîn ku di çarçoveya kampanyaya ku dane destpêkirin de ewilî li gundê Timokê yê navçeya Hezoyê hevdîtin bi ciwanan re kirine û got: "Çalakiya me bi taştêyeke kolektîf dest pê kir. Paşê xebateke me ya atolyeyê çêbû ku hemû hevalên me û ciwanên xwendekar û kedkar tevlê bûn, û me di vê atolyeyê de pirsgirêkên xwe û pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê nîqaş kirin. Di vê çarçoveyê de bi taybetî tirkyaka ku di van salên dawî de li nav ciwanan belav bûye û bêdengiya teşwîqkar a îqtidarê ya di vî warî de hat nîqaşkirin. Di vê nîqaşê de derket holê ku fuhûş û tiryaka ku bûye pirsgirêka tevahiya ciwanan her diçe zêde dibe." 
 
Can, destnîşan kir ku di hevdîtinê de helwesteke hevpar xwe daye der ku dê ciwan li her derî li dijî van polîtîkayên qirêj ên wekî tiryak û fuhûşê bitêkoşin. Can, da zanîn ku dê di hefteyên pêş de çalakiyên wekî konser, geşt û platformên nîqaşkirinê li dar bixin û bal bikişînin ser xetereya fuhûş û tiryakê. 
 
DÊ XWE BIGIHÎNIN HEMÛ CIWANÊN BAJÊR
 
Can, di dawiya axaftina xwe bilêv kir ku dê di çarçoveya kampanyayê de xwe bigihînin hemû ciwanên bajêr û got: "Li parkan, li atolyeyên tekstîlan, yanî li hemû deverên ku ciwan lê hene em ê bi ciwanan re li ser tiryak û fuhûşê sohbetan çêbikin. Dê pêşbirkên me yên ku ciwanan li hev kom bikin hebin. Dê ev pêşbirkên çandî û werzîşê bin."