'Di şert û mercên Rewşa Awarte de tiryak bi rihetî tê firotin'

  • ciwan
  • 09:03 28 Îlon 2021
  • |
img

WAN - Ciwanên HDP'î diyar kirin ku li bajarên herêmê bi polîtîkayên taybet ciwan daxilî nav tiryak, fihûş û sîxurtiyê tên kirin û mînaka herî berbiçav a vê yekê jî ew e ku di atmosfereke Rewşa Awarte de tiyar bi rihetî tê firotin. 

Kampanyaya "Em xwe ji tiryakê rizgar bikin, jiyaneke nû ava bikin" Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome. Ciwanên HDP'î di çarçoveya vê kampanyayê de li Wanê li dijî tiryakê, sîxurtiyê û fuhûşê zend û bend badan. 
 
Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê Newroz Gulen, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber pêgirtîbûna tiryakê, ferzkirina sîxurtiyê ya li ciwanan û fuhûşê bigirin ev kampanya dane destpêkirin. Gulen, di vî warî de bal kişand ser serwextkirina civakê û anî ziman ku ev tişt hemû encamên polîtîkaya şerê taybet in. Gulen, destnîşan kir ku ev pirsgirêk tenê ne ya ciwanan, a hemû civakê ye û got: "Dixwazin ciwanine ji civaka ehlaqî û polîtîk xalî biafrînin. Lewma me pêngaveke bi vî rengî da destpêkirin. Ciwan, hêza herî dînamîk a civakê ne. Lê belê bi polîtîkayên şerê taybet ciwan tên pasîfîzekirin." 
 
'CIWANINE NERÊXISTINKIRÎ DIAFIRÎNIN' 
 
Gulen, diyar kir ku xebatên wan û ciwan tên îllegalîzekirin û bi vî awayî tê xwestin ciwanine bêrêxistinirî bên afirandin û got: "Me mînaka vê di bûyera Îpek Er de dît. Kesên biunîforma yên li herêmê jinên ciwan hedef digirin. Polîtîkayeke ku jinên ciwan ber bi xwekuştinê ve dibe pêk tê." 
 
DÊ BEHSA ŞERÊ TAYBET BIKIN
 
Gulen, bilêv kir ku armanca wan a ewil gel serwext bikin, lewma dê li taxan, kuçe û kolanan, park û malan bigerin û behsa polîtîkayên şerê taybet bikin. 
 
Gulen, ragihand ku dê tevî rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî di warê hiqûq, tenduristî û perwerdehiyê de jî xebatên hevpa bikin û got: "Em diçin kîjan taxê em dibînin ku tu ciwan nemane ku daxilî nav tiryakê nebûne. Miheqeq ciwanên daxilî nav tiryakê û fuhûşê hatine kirin hene. Em leqayî gelek ciwanan tên ku ji ber pereyê tiryakê bi dest nakeve bi malbata xwe re şer dike, jinên ciwan ên daxilî nav fuhûşê hatine kirin û ciwanên tiryakê difiroşin." 
 
RÊXISTINBÛYÎN
 
Gulen, anî ziman ku li hin taxan û malan tiryak tên firotin û tiryak pir bi hêsanî tê peyydakirin û ev jî encama polîtîkaya heyî ye. Gulen, destnîşan kir ku li bajarên herêmê tiryak pir bi rihetî tê peydekirin û firotin û got: "Ên ku li van deran tiryakê belav dikin armanca wan ne qezenckirin e. Dixwazin bi tiryakê mêjiyê ciwanan stewr bikin û wan bikin pêgirtî. Dixwazin ciwanan ji çanda wan a xweser û civakê qut bikin. Em Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, hewl didin ku ciwan vegerin çanda xwe ya xweser. Ji ber hindê em di serî de ji jinên ciwan û bi giştî ji tevahiya ciwanan re dibêjin ku, tekane rêya têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet, rêxistinbûyîn e. Em bang li ciwanan dikin ku xwedî li vê kampanyaya me derkevin." 
 
QIRKIRINEKE DERÛNÎ
 
Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê Arjîn Tûncer jî destnîşan kir ku li bajarên herêmê Rewşa Awarte didome, lê belê dîsa jî tiryak wisa bi rihetî tê firotin û belavkirin. Tûncer, anî ziman ku tekane sedema vê jî polîtîkaya şerê taybet e. Tûncer, diyar kir ku armanca wan ciwanan, malbatên wan û gel serwext bikin û got: "Bi salan e kurd bi qirkirinekê re rû bi rû ne. Pergal vê carê ne qirkirineke fizîkî, qirkirineke derûnî dike û vê yekê jî bi şerê taybet dike. Ji bo vê jî ewilî tiryakê li nav ciwanan belav dikin. Ji lew re ciwanine mejiyê wan tevizandî dê nikaribin pêşengtiya civakê bikin. Lewma bi van polîtîkayên şerê taybet ewilî dixwazin ciwanan tune bikin. Pergal, ciwanine bêhêvî û vîna wî têkşikiyayî dixwaze. Bi vê dikare li ser pêya bimîne." 
 
BANGAWAZÎ
 
Tûncer, destnîşan kir ku li Wanê û li tevahiya Serhedê potansiyeleke ciwanan heye û mînaka vê di Newrozê û hin hevdîtinên civakî de derketine holê. Tûncer, bilêv kir ku pergal dixwaze ciwanên reng didin çalakiyên girseyî bitepisîne û bang li ciwanan kir: "Ciwanine mêjiyê wan tevizandî, pirsgirêka hevpar a civakê ne. Hêza dînamîk û pêşeng a gel, ciwan in. Lewma em bang li hemû ciwanan dikin ku di bin banê meclîsên ciwanan ên HDP'ê de xwe birêxistin bikin."