41 xwendekarên ku nikarin bi cih bibin hatin berdan

  • ciwan
  • 12:34 28 Îlon 2021
  • |
img
ÎZMÎR - 41 xwendekarên ku bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan. Hat diyarkirin ku di encama êrişa polîsan de destê xwendekarekê şikestiye. Polîsan li parêzerên ku xwestin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, dan. 
 
Polîsan duh şev mudaxileyî çalakiya xwendekarên zanîngehê ya li Parka Hasan Aga ya navçeya Bûca ya Îzmîrê ku ji ber nebûna wargehên dewletê û bihayên zêde yên kirê nikarin li Îzmîrê bi cih bibin, kiribû. Di mudaxileyê de 41 xwendekar bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Xwendekarên ku îfadeyên wan li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê hatin girtin, hatin berdan.
 
DESTÊ WÎ ŞIKEST
 
Hat hînbûn ku polîsan destê xwendekarê bi navê Mehmet Kasar şikandiye. Polîsan parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Halîl Coşkûn û Bûrak Yilmaz ê rewşa muwekîlê xwe yê ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê mereq kirin jî li pêş nexweşxaneyê derb kirin. Parêzerên ku hevdîtina wan a bi xwendekaran re hat astengkirin, wê derbarê êrişa hem ser wan hem ser xwendekaran de giliyê polîsan bikin. 
 
Li aliyê din, tê payîn ku xwendekarên hatine berdan wê îro daxuyaniyekê bidin.