Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ber bi rektoriyê ve meşiyan

  • ciwan
  • 16:43 28 Îlon 2021
  • |
img
DERSIM - Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê, ji bo balê bikişînin pirsgirêkên xwe yên bi cih nebûnê, ber bi avahiya rektoriyê ve meşiyan. 
 
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê, ji bo balê bikişînin ser pirsgirêkên xwe yên bi cih nebûnê li pêş xwaringeha zanîngehê hatin gelhev û daxuyanî da çapemeniyê. Xwendekaran di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Serê xwe netewîne li mafên xwe xwedî derkeve” , “Bêdeng nebe, qasî tu bêdeng bibî wê dor were te” û “Mûnzûr ranezê xwedî li xwendekarên xwe derkeve” berz kirin. Di daxuyaniyê de li ser navê xwendekaran Damla Çinar axivî. Çinar, diyar kir ku weke li Tirkiyeyê xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê jî pirsgirêka bi cih nebûnê dijîn û bi lêv kir ji ber li wargehan cih nîne xwendekarên di dora bi cihbûna wargehê de bi lez û bez hatin derxistin. 
 
‘QEYRANA RÊVEBERIYÊ’
 
Çinar, da zanîn ku bi kontenjanên nû yên li zanîngehan hatin vekirin wê pirsgirêka bi cih bûnê zêdetir bibe û wiha got: “Em bang li rektoriyê dikin ku ji bo mafên bingehîn yê perwerdehiyê bikeve nava hewldanan û bang li gelê Dersimê jî dikin ku xwedî li xwendekaran derkevin û piştevaniya wan bikin.”
 
BER BI REKTORIYÊ VE MEŞIYAN
 
Xwendekar piştî daxuyaniyê  bi dirûşm û çepikan ber bi avahiya rektoriyê ve meşiyan. Xwendekarên gihiştin ber avahiya rektoriyê dirûşmeya “rektor derkeve derve, xwendekar li vir in” berz kirin. Xwendekarên demekê li pêş rektoriyê çalakiya rûniştinê pêk anîn, piştî ku rektor bi wan re hevdîtin nekir berê xwe dan deriyê rektoriyê. Polîs û ewlekarên taybet pêşî li xwendekaran girtin. Li ser vê yekê xwendekaran diyar kir ku heta bi rektor Ubeyde Îpek re neaxivin ji pêş avahiyê venaqetin. Rektor xwest bi çend xwendekaran re li odeya xwe hevdîtinê bike lê xwendekaran ev qebûl nekir û dirûşmeya “An bi hev re an jî tu kes ji me” berz kirin. Pişt re rektor Îpek daxwaza xwendekaran qebûl kir û hat ber derî. 
 
‘REKTOR ÎSTÎFA’
 
Îpek ê derbarê pirsgirêka bi cih nebûna xwendekaran tu pêşniyarên çareseriyê nekirin û piştî xwendekaran bertek nîşan da axaftina xwe birî û derket odeya xwe. Xwendekaran bertek nîşanî çûyîna rektor dan û bi çepikan dirûşmeya “rektor îstîfa” berz kirin û ji avahiyê veqetiyan.