Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin

  • ciwan
  • 09:00 13 Cotmeh 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Şirnexê Delîl Urek, anî ziman ku di çarçoveya kampanyaya "Em xwe ji tiryakê rizgar bikin, jiyanek nû ava bikin" de li seranserê bajêr pêwendî bi 15 hezar kesî re danîne û got: "Heya em li herêmê tiryak û fuhûşê neqedînin, em ê li kuçeyan bin." 

Kampanyaya "Em xwe ji tiryakê rizgar bikin, jiyanek nû ava bikin" a Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome. Meclîsa Ciwanan di çarçoveya kampanyayê de li Şirnexê ji belavkirina broşuran, lidarxistina panelan heya bi tûrnûvayya fûtbolê gelek çalakî li dar xistine û bi van çalakiyan li seranserê bajêr pêwendî bi nêzî 15 hezar kesî re danîne. Armanca Meclîsa Ciwanan ew e ku li herêmê fuhûş û tiryakê bi temamî biqedîne. 
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Şirnexê Delîl Urek, destnîşan kir ku di 5 salên dawî de li bajarê herêmê tiryak û fuhûş pir berbelav bûne. 
 
ŞERÊ TAYBET
 
Urek, diyar kir ku li herêmê fuhûş û tiryak pir belav bûye û sedema vê jî sedemeke pergalî ye. Urek, bilêv kir ku pergal bi medyaya sanal, teknolojî, di wada civakî û derûnî de dixwaze ciwanan apolîtîk bike û got: "Li herêmê li serê her kuçeyê noqteyên kontrolê hene, lê dîsa jî ev qas tiryak dikeve bajêr. Ev jî nîşan dide ku bi zanebûnî xwe li nedîtinê datînin. Ev jî polîtîkayeke şerê taybet e." 
 
Urek, bilêv kir ku dewlet dixwaze ciwanan çavtirsandî bike û got: "Ciwan di nav pencikên aboriyê de ne. Yanî hêviya ciwanan a ji bo pêşerojê kêm bûye. PErgal bi van pêkanînan dixwaze ciwanan ji tevgera civakî dûr bixîne. Li Şirnexê hema bibêje serê her welatiyekî 'peywirdarekî ewlehiyê' ikeve. Sedema ev qaî berbelavbûna tiryakê, pergal e. Çimkî dixwazin ciwanine li gor dilê pergalê biafirînin." 
 
XWE GIHANDIN 15 HEZAR KESÎ
 
Urek, bal kişan ser kampanyaya li dijî tiryakê ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û destnîşan kir ku ji bo ciwan û gel nekevin nav çirava tiryakê bi dirûşmeya "Em xwe ji tiryakê rizga bikin, jiyanek nû ava bikin" xebatên xwe didomînin. Urek, diyar kir ku li kuçe û kolanên bajêr belavokên ku balê dikişînin ser tiryak û fuhûşê beav kirine û armanca wan ew e kudi warê tiryak û fuhûşê de mirovan serwext bikin. 
 
Urek, bilêv kir ku paşê tûrnûvayeke fûtbolê li dar xistine û got: "Çawa ku tiryak mêjiyê mirovan pûç dike û laşê mirovan xirab dike, em jî dixwazin jehrkuja wê sporê berbelav bikin. 74 tîm tevli tûrnûvaya me bûn. Ji destpêka tûrnûvayê heya dawiya tûrnûvayê me rojê xwe gihand hezar û 500 kesî. Berteka ciwanan pir baş bû. Ciwan xwedî li tûrnûvayê derketin. Piştî wextekê ciwan, xw ebi xwe pankarta xwe amade kirin û hatin tevlê bûn. Me di xebatên xwe de xwe gihand 15 hezar kesî." 
 
TÊKOŞÎN
 
Urek, da zanîn ku piştî tûrnûvayê jî panelek li dar xistine û got: "Me di panelê de destnîşan kir ku bê ka ciwan û civak çawa tên dejenrekeirin. Her wiha me di çarçoveya kampanyayê de hevdîtin bi rêxistinên civaka sivîl û odeyên pîşeyî re kirin. Em ê xebateke ku dînamîkên bajêr jî di nav de bidin destpêkirin. Pêşî em ê ciwanên tiryakê dikişînin tespît bikin û di warê hiqûqî û tenduristiyê de alîkariya wan bikin. Heya em li herêmê tiryak û fuhûşê neqedînin, em ê li kuçeyan bin." 
 
MA / Omer Akin