Hevseroka ciwan Duzun ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir

  • ciwan
  • 09:08 14 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Meral Duzun ku di 23 saliya xwe de bû hevseroka partiyê, bal kişand girîngiya ciwanan a di nava HDP'ê de û ji bo têkoşînê bang li hemû ciwanan kir. 

Meral Duzun (23) ku di temenekî biçûk de siyasetê nas kiriye, di 13'ê Nîsanê de bû hevseroka HDP'a Çinarê. Duzun, anî ziman ku ji ber zext û zoriyên li ser wê û malbata wê peywira hevserokatiyyê hilgirtiye. 
 
Duzun, diyar kir ku di salên xwe yî lîseyê de jî di nav xebatan de cih girtiye û gava çûye zanîngehê xebatên xwe yên li navçeyê li wir domandiye. Duzun, bilêv kir ku li Zanîngeha Îdirê xwendiye û di du salên xwe li wir de bi êrişên komên nijdaperest re rû bi ûr maye û ji ber vê biryar daye bi awayekî çalak di nava siyasetê de cih bigire. 
 
Duzun, diyar kir ku ji ber pandemiyê navber daye zanîngehê û di 13'ê Nîsanê de ji bo rêvebiriya partiyê pêşniyazî lê hatie kirin û piştî ev pêşniyaz qebûl kiriye, di kongreya dawî de bûye hevseroka partiyê. Duzun, anî ziman ku di vî warî de herî zêde malbatê piştgiriya wê kiriye û got: "Hevserokatî, peywireke zehmet e, lê bi min zehmet nayê. Belê, ez jineke ciwan im û dikarim heq ji vê derkevim. Heger peywireke min a wisa tunebûna, ez ê di sazîne din de bixebitiyama. Jixwe gava pêşniyazek wisa hat kirinî bavê min got 'ma tu dibêjî çi, ez bim here bike.' Gava biçûk bûm bavê min digot, 'ez ê te bikim siyasetmedar da ku tu me bipraêzî.' Lewma ji min re tim pirtûk distendin. Gava bûm hevserok, 'Malbata min ji min re got, 'rêya te vekirî be, tu çi dixwazî û çawa dixwazî wisa bike.'" 
 
PPIŞTGIRÎ
 
Duzun, destnîşan kir ku gava bûye hevserok berteka herî xweş a Dayikên Aştiyê bûye û got: "Ez çûm kur, li wir dayikan ez hemêz kirim. Gava çav bi wê helwesta dayikan ketim, ez hîn zêdetir bi ser de çûm." 
 
Duzun, diyar kir ku nêzî 6 meh in hevseroka navçeyê ye û bi vê re di nav têkoşîna ji bo jinê de jî cih digire. Duzun, bilêv kir ku hê gava xwendekara lîseyê bûye, pergala hevserokatiyê bala wê kişandiye û di vî warî de gelek tişt xwendine. Duzun got: "Pergaleke pir xweş bû, min ew ecibandibû. Niha hevserok im û vê di pratîkê de dikim." 
 
GEF
 
Duzun, anî ziman ku ji roja ku bûye hevserok zext jî zêde bûne û polîsan gef lê xwarine û jê re gotine "Tu yê di vê ciwaniyê de bêyî girtin, dê jiyana te biherime." Duzun, diyar kir ku wê jî ji polîsan re gotiye: "Ji dêvla ez li ber zext û zoriyên we serî bitewînim, ez bêm girtin çêtir e." 
 
BANGAWAZÎ
 
Duzun, bal kişand ser girîngiya ciwanên di nava HDP'ê de û got: "Ciwan, hêza herî dînamîk in. Lewma dewlet herî zêde berê xwe dide wan. Dibêjin 'Bila ciwan daxilî nav tiryakê bibin lê neçin HDP'ê.' Her wiha bi binçavkirin û girtinan jî gef li ciwanan tên xwarin. Heger em niha xwedî li nasnameya xwe dernekevin, em ê nemînin. Bêdengî nabe. Ez ji bo têkoşînê bang li ciwanan û jinên ciwan dikim." 
 
MA / Ergîn Çaglar