Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir herî kêm 30 kes hatin binçavkirin

  • ciwan
  • 12:00 12 Kanûn 2021
  • |
img
ENQERE - Gelek xwendekar ji bo çalakiya “Em nastrin” hatin Enqereyê ji aliyê polîsan ve ketina wan bajêr hat astengkirin. Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir û 30 xwendekar binçavkirin. Ev kom li bendê ku bikevin bajêr. 
 
Tevgera Em Nastrin (Barınamıyoruz Hareketi) wê îro li Meydana Ûlûsê ya Enqereyê çalakî li dar bixe. Gelek xwendekar ji Îzmîrê û Stenbolê berê xwe dan Enqereyê da ku beşdarî çalakiyê bibin. Otobusên xwendekaran di ketina Enqereyê de ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Polîs destûrê nadin ku xwendekar biçin navenda bajêr. Ciwanan bertek nîşanî polîsan da û gotin çalakiya ew dikin mafek destûra bingehîn e. 
 
Lê polîs bi tu awayî destûr nadin ciwanan û mudaxileyî wan kirin. Di mudaxileyê de herî kêm 30 xwendekar ango ciwan hatin binçavkirin. Ciwan di ketina Enqereyê de disekinin û li bendê ne ku rêya wan were vekirin û biçin navenda bajêr.