Li Geverê ciwanan şahî li dar xist

  • ciwan
  • 17:04 17 Kanûn 2021
  • |
img
COLEMÊRG - Meclîsa Ciwanên HDP’ê di çarçoveya kampanyaya “Niha dema ciwanan e” de li Geverê bi tevlîbûna gelek ciwanan şahiyek li dar xist. 
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Gevera Colemêrgê di çarçoveya kampanyaya “Niha dema ciwanan e” de şahiyek li eywaneke dawetê li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên HDP’ê yên Colemêrg û navçeyên wê û gelek kes beşdarî şahiyê bûn. Li eywana ku şahî lê hat lidarxistin pankartên “Li dijî hişmendiya serweriya zilam jinên ciwan li her derê ne” û “Ciwan li her derê ne” hatin daliqandin. Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî, diyar kir ku hişmendiya AKP’ê û MHP’ê êdî têk çûye. 
 
‘POLÎTÎKAYÊN WAN TÊK ÇÛN’
 
Parlementera HDP’ê Dersim Dag jî bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan belavî her derê welat bûye û wiha got: “Polîtîkayên tecrîdê bingeha hemû şerê taybet e. Ji bo ciwan berê xwe bidin tiryak û fihûşê konsepteke taybet a şer xistin meriyetê. Hewl didin jin û mêrên ciwan bikişînin nava çiravên tiryakê yên li herêmê û wan bê îrade dihêlin. Di vir de yekane armanc berevajîkirin û tinekirina têkoşîna Kurdan e. Divê gelê me li dijî van polîtîkayan hişyar bibe.”
 
‘EM SERÎ NATEWÎNIN’
 
Dag, diyar kir ku windakirina girtiyên nexweş nêrîna hikûmetê ya li hemberî kurdan kurteber dike û wiha axivî: “Ciwanên kurd, jinan tu carî stûyê xwe xwar nekirin û wê stûyê xwe xwar nekin. Welatê me kurdistan e û zimanê me jî kurdî ye. Tu kes vê rastiyê naguherîne. Gelê me wê pêşengiyê ji vê têkoşînê re bike û bigihîne serkeftinê.” 
 
Piştî axaftina Dag Koma Aryen derket ser dike. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.