Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Yildiz hat bibîranîn

  • ciwan
  • 16:01 28 Kanûn 2021
  • |
img
WAN - Endamê Lijneya Rêveber ê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ozan Yildiz ku di encama derbaskirina qeyrana dil de jiyana xwe ji dest dabû, hat bibîranîn. 
 
Endamê Lijneya Rêveber ê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ozan Yildiz ku di encama derbaskirina qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hat bibîranîn. Endamên Komeleya Zanîst, Antropolojî, Çand û Hunerê (Bask-Der) ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê û Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Goristana Yenîmahalle ku gora Yildiz lê ye hatin cem hev. 
 
SOZA TÊKOŞÎNÊ 
 
Endamê Bask-Der’ê Orhan Ozkan piştî rêzgirtinê axivî û wiha got: “Hevalê me Ozan, tevî nerehetî û hemû şert û mercên zehmet jî xwe li paş negirt û bi hemû baweriya xwe ji bo azadiyê têkoşiya û bû hevrêyekî mînak ji me hemûyan re. Em soza xwe ya têkoşîn û şoreşê ya hevrêyê xwe Ozan dubare dikin.”
 
Ciwanan piştî axaftinê qûrnefîl danîn ser gora Yildiz. Li avahiya Bask-Der’ê pola Ozan Yildiz jî hat vekirin.