'Kujerê Enes ev pergal e'

  • ciwan
  • 15:52 16 Çile 2022
  • |
img
AMED - Li Amedê, ciwanên ku derbarê mirina Enes Kara de daxuyanî dan ev tişt gotin: "Kujerê Enes ev pergal û zîhniyeta wê ya paşverû ye." 
 
Rêxistinên ciwanên ên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), derbarê mirina xwendekarê zanîngehê Enes Kara ku li wargeha cemaetekê dima û ji ber zexta malbata xwe dawî li jiyan anî de li Parqa Xezal a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyaniyek dan çapameniyê. Li ser navê ciwanan ji rêxistina ciwanan a TÎP'ê Fûrkan Erdogan axivî û diyar kir ku di dema AKP'ê de hejmara wargehê dewletê kêm bûye û berovajiyê wargehên cemaetan zêde bûne ev tişt got: "Di nameya xwe û dimenê ku kişandibû de Enes rewşa ku desthilata AKP'ê ciwanan pê re rû bi rû dihelê raxistibû ber çavan. Wer in em dest bidin hev û xwe bi rêxistin bikin û tev bi hev re biguherînin. Em pêşeroja xwe tev bi hev re xelas bikin. Pir zelal li holê ye ku kujerê Enes ev pergal û zîhniyeta wê ya paşverû ye."