Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin

  • ciwan
  • 14:54 22 Cotmeh 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Ferhat Akçîn ê li navçeya Nisêbînê di 7 mehan de 6 caran bi ser mala wî de girtin, hate girtin. 
 
Ferhat Akçîn (18) ê duh li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi ser mala wî de hate girtin û hate binçavkirin ji aliyê Dadgeha Cezaya Sulh a Mêrdînê ve hate girtin. Akçîn, di 20’ê cotmehê de ji ber çalakiyeke kesên nediyar a li hemberî qereqola polîsan a li taxa Firatê hat lidarxistin hat binçavkirin û bi hinceta “giraniya îdîaya li dijî wî heye” hat girtin. Akçîn tevî diyar kir ku tu têkiliya wî bi bûyerê nîne jî dîsa hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. 
 
Di 7 mehan de bi heman îdiyan 6 caran bi ser mala Akçîn de girtibûn û ew binçavkiribûn.