Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin

  • ciwan
  • 11:26 23 Cotmeh 2022
  • |
img
ÊLIH - Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê bi bîr xistin ku PDK'ê dest danîbûn ser maskeyên bo gerîlayên HPG/YJA Starê diçûn û wiha gotin: "Bi van maskeyan hewl didan xwe ji êrişên kîmyewî yên Tirkiyeyê biparêzin lê PDK'ê dest danîn ser. Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin." 
 
Di encama êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê de, di nava 3 mehên dawî de li Zap, Metîna û Avaşînê 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî, wêne û dîmen hatin parvekirin. Piştî ku dîmenên du gerîlayên ji çekên kîmyewî bibandor bûyîn hatin parvekirin, bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve zêde bûn û ev bertek hêj berdewam in. Endamê Meclisa Ciwanan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Beriş Avşar bêdengiya li dijî êrişan rexne kir û got: “Xiyaneta herî mezin, bêdengî ye."
 
Avşar, bilêv kir ku Tirkiye di her qadeke jiyanê de êrişî kurdan dike û wiha got: “Jixwe cîhan li dijî van êrişên bêdeng e. Hevkariyek heye. Ev bêdengiye ji ber wê ye. Herî zêde dilê dayikan disoje. Dayikên di televîzyonan de van dîmenan temaşe dikin, hêsir dibarînin û derûniya ku ew dijîn bixwe sedema têkoşînê ye.”
 
‘ÊRIŞ JI TECRÎDÊ DÛR NÎNIN’
 
Bi domdarî Avşar anî ziman ku êrişên tên kirin bi pergalî ne û têkiliya xwe tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan heye û wiha domand: "Cîhana ku dijî tecrîdê gav navêje, li dijî êrişên çekên kîmyewî jî deng dernaxe. Dewleta tirk ku nekarî bi êrişên tang, top, SÎHA, balefirên şer, helîkopter û sîxûran pêş bikeve, serî li bi bikaranîna çekên kîmyewî dide. Di van êrişan de rola PDK’ê jî heye û bi hevkariya wan van êrişan dikin. PDK bi hawara wan çû. Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin."  
 
‘SEDEM BÊDENGÎ YE’
 
Endamê Meclisa Ciwanên HDP’î Mûhammet Sevaci jî destnîşan kir ku sedema bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bêdengî ye û wiha pê de çû: “Di encama wan êrişên bi çekên kîmyewî de li gel 17 mirovan, mirovahî jî mir.  A rast a ku wan dikuje, bêdengî ye. Jixwe dema mijar dibe kurd hemû cîhan bêdeng e, hiqûqa cîhanê nakeve meriyetê û li dijî van kirinan tu mieyîde nakevin meriyetê. Heke Tirkiye ji ber jêrzemînên Cizîrê bihata cezakirin, dê nekariya heman tiştan îro bike. Divê kurd li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin.”
 
‘HEYA EM ENCAM BISTÎNIN’
 
Endamê Meclisa Ciwanên Fîkret Soysal jî destnîşan kir ku divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî têkoşîneke birêxistinî hebe û axaftina xwe wiha qedand: "Têkoşîn divê di ziman de nemîne, di her qada jiyanê de, bi pratîkeke girseyî be. Ji ber ku di şerê derûnî, aborî û çekî de têk çûn dest bi çekên kîmyewî kirin. Ger ku PDK dest nedanîbana ser wan maskeyan, dibe ku  ew 17 kes niha sax bûna. Heta ku encamek tê bidestxistin, divê her kes bi erk û berpirsyariyên xwe rabe."