Meclisên Ciwanan: Em ê rê nedin planên kaotîk

  • ciwan
  • 11:47 14 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Ciwanan li dijî polîtîkayên desthilatdariyê, bihabûn û teqîna li Cadeya Îstîklalê meşek li dar xist û wiha gotin: “Em ê rê nedin planên kaotîk ên desthialtdariyê yên di dema hilbijartinê de.” 
 
Meclisên Ciwanan li dijî polîtîkayên desthilatdariyê, bihabûn, şert û mercên jiyanê û teqîna li Cadeya Îstîklalê, li Beyoglûyê meşek li dar xist. Meş, şevê din hat lidarxistin û pankarta “Em hatine ku tiştên we ji me standin dîsa ji we bistînin” hatibû vekirin û dirûşmên “Em ê faşîzmê li kolanê têk bibin” û “Ciwan dê bên, pêşeroj sosyalîzm e” berz kirin. 
 
‘EM HÊVIYÊ MEZIN DIKIN’
 
Di dema meşê de ciwanan diyar kir ku gel di bin polîtîkayên hikûmetê de dieciqe û pêşerojeke rizî bo gel tê amadekirin. Ciwanan got; “Çeteyên ku ji bilî pêşerojeke rizî tu sozan bo ciwanan nadin, pêşiya bazirganiya tiryakê vekirine û dixwazin me mehkûmê vê bikin. Çete, mafya û dewlet bûne yek. Tiryak jî piyasaya sermayeyê ya vê tora têkiliyan e ku bikare xwe li ser pêyan bigire. Bihabûna li kantînan, teşwîqa ji bo dibistanên taybet, newekheviya di perwerdeyê de roj bi roj zêdetir dibe. Ji dibistanên amadehî heta kolan û taxan, em hêviyê li her deverê mezin dikin.” 
 
ARMANC ÇI YE?
 
Bi domdarî ciwanan destnîşan kir ku di desthilatdariya AKP-MHP’ê de ewlehiya gel nîne û wiha bi dawî kirin: “Dema karker, jin û elewî li mafên xwe digerin, li dijî wan zordestiyê dikin lê çima pêşî li ber teqîna li Taksîmê negirtin? Ev tiştên diqewimin, pêvajoya hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an tîne bîra mirov. Em dipirsin, gelo ji vê teqînê çi armanc dikin? Heke hinek kesên ku bi vê rêyê hewl didin bibin desthilatdar hebin, divê bizanin ku em ê rê nedin wan.”