Komxebata Xwendekaran: Bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin

  • ciwan
  • 16:15 23 Mijdar 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Ciwanên ku di Komxebata Îzmîrê ya Meclisa Xwendekarên Demokratîk de hatin bahev, diyar kirin ku bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin. 
 
Meclisa Xwendekarên Demokratîk, 1’emîn Komxebata Îzmîrê li Navenda Çandê ya Karabaglar a li navçeya Karabaglarê li dar xist. Di komxebatê de pankartên “Perwerdeya bi zimanê dayikê”, “Zanîngehê azad û xweser”, “Bi ciwanên pêşeng re ber bi civaka azad ve”, “Zanîngehên Azadîxwaziya Jinê”, “Dem dema jinên ciwan e” û “Ji bo xwendekarên girtî azadî” hatibûn daliqandin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel, rêxistinên xwendekarên sosyalîst, nûnerên partiyên siyasî û saziyan, endamên Dayikên Aştiyê û gelek xwendekar tev li komxebatê bûn. 
 
Di destpêka komxebatê de ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin û piştre jî daxuyanî hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çirûska serhildanê ya biçûk ku li Kurdistanê hat vêxistin, li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye û wiha hat gotin: “Em di nava Şerê 3’yemîn ê Cîhanê de ne ku li salan hatiye belavkirin. Ev şerê ku li Rojhilata Navîn didome, roj bi roj kûrtir dibe û bandora wî mezintir dibe. Aktorê herî girîng ê vî şerî jî gelê kurd e. Bi serhildanên xwe yên ji Rojava heta Rojhilat berbelav dibe re û bi têkoşîna xwe ya azadiyê re bi ser dikeve. Di bingeha hemû hilberînên dîrokê de cewher û ruhê ciwanan heye. Li dijî vî dijminê cinawir tekane  hêza ku dikare li ber xwe bide û bi ser keve, ciwan in. Di dîrokê de yên li ber xwe dayîn û her tim bi ser ketin jî ciwan in. Hêviya jiyanê di ciwanan de ye. Li Kurdistanê bi awayekî bêrehm bi nasnameya ciwanan tê lîstin. Ereq, tiryak, fihûş û hwd. çendek rêbazên xistina ciwanên kurd in. Ev yek bi zanebûn tê kirin û li her mal, kolan û taxên kurdan bi destê dewletê tê belavkirin. Bi vê yekê re dixwazin ciwanên bêexlaq û bêpêşeroj ava bikin. Ev yek jî di çarçoveya şerê taybet de tê kirin.”
 
TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINKIRÎ
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em, rêhevalên Kemal, Şerzan, Aydin û Kenanan in. Em ê li her zanîngeh û kampûsan ziman, çand, nirx û exlaqê xwe biparêzin û bidin jiyîn. Weke xwendekarên welatparêz, em li Tirkiye û Kurdistanê di bin sîwaneyekê de bi ruhekî mezin xwe birêxistin dikin û bihêztir dibin. Li her devera Tirkiye û Kurdistanê dikevin nava liv û tevgerê. Lewma jî 1’emîn komxebata me ya di bin sîwana Meclisa Xwendekarên Demokratîk de girîng e. Em jî bibiryar in ku bi dirûşma ‘Bi pêşengtiya ciwanan re ber bi civaka azad ve’ çalakiyên xwe têxin meriyetê.”
 
Piştre jî Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel axivî û got ku desthilatdarî her tim li dijî jin û ciwanan polîtîkayên şerê taybet dimeşînin û sedema vê jî wiha vegot: “Ji ber ku li dijî wan kesên dikarin berxwedanê birêxistin bikin, ew in. Lewma jî divê ciwan xwe birêxistin bikin û pêşengtiyê bikin. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî di esasê xwe de tevgera ciwanan e. Ciwan, hêza sereke ya şoreşê ne. Yên ku di vê pêvajoya hilbijartinê de xeyala sedsalî ya vê rejîmê têk bibin jî ciwan in. Ciwan dê xwe birêxistin bikin û vê rejîmê têk bibin. Tekane hêzek heye ku dikare rê li ber êrişên desthilatdariyê yên ji bo tunekirina destkeftiyên gelê kurd bigire, ew jî ciwan in. Divê teqez bingeha têkoşîna yekbûyî ya ciwanan bê amadekirin. Heke bi milyonan ciwanan bên ba hev, kesek nikare xwe li pêşiya wan bigire.” 
 
KADÎR ÇAT DERKET SER DIKÊ 
 
Piştî axaftinan jî sînevîzyon hat pêşandan. Piştre jî delegeyan derheqê têkoşîna ciwanan de axaftin kirin. 
 
Piştre hunermend Kadîr Çat derket ser dikê.