Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin

  • ciwan
  • 11:01 28 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Xwendekar Abdûrrahîm Dûrmûş ê li Zanîngeha Stenbolê bi hevalên xwe re rastî êrişa nijadperest hat wiha got: “Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin.”
 
Li Zanîngeha Stenbolê di 24’ê mijdarê de 6 xwendekar rastî êrişa nijadperest a komeke ulkucuyan hatin. Xwendekarên di êrişa li baxçeyê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngehê pêk hat de birîndar bûn, dan zanîn ku rapora derbê girtine û wê giliyê kesên êrişî wan kirin bikin. Yek ji xwendekarê rastî êrişê hat Abdûrrahîm Dûrmûş tiştên qewimîn vegotin. 
 
XEBATKARÊN EWLEHIYÊ PIŞTGIRIYA ÊRIŞKARAN KIRIN
 
Dûrmûş, ê diyar kir ku li zanîngehê gelek caran êrişên nîjadperest çêdibin, anî ziman ku ulkucuyan di nava mehekê de gelek caran hewl da êriş bikin, gelek caran gef li wî xwarine û wiha got: “Di 22’yê mijdarê de komeke ulkucuyan ji me re gotin ‘Dema hûn ji vir derbas dibin hûn ê werin asta ku nikarin serê xwe jî rakin. Em ê li Beyazidê bêhna we biçikînin. Hûn ê nikarin liv an deran bigerin’. Piştî wê me hewl da ku em kom bibin û bi hev re tevbigerin da ku xwe li hemberî wan biparêzin. Tevî ku bûn xetere jî me êrişî wan nekir.”
 
Dûrmûş, anî ziman ku dema êriş pêk hat polîsên sivîl jî li wir bûn û wiha berdewam kir: “Me bi awayekî aşkere dît êrişkar bi koman tên û dibin xetere. Her tişt di nava 10-15 saniyan de çêbû. Yekane tişta ku me bikarî li wir bikin xwe parastin bû. Çend xebatkarên ewlehiyê yên zanîngehê ku roja bûyerê li wir bûn, diviyabû aliyê din bidin rawestandin, hatin em girtin û bêparastin hiştin.”
 
POLÎS Û ÊRIŞKARAN MIL DAN MILÊ HEV!
 
Dûrmûş, bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha pê de çû: “Di zanîngehê de weke ku em bixetere ne didin nîşan dan. Piştî demekê êriş li me hate kirin polîs ber bi wir ve hatin. Weke ku dikandarên li şer temaşe dikin tevgeriyan. Diviya rewşeke wisa nebûya. Divê koma êriş kir û bi xetere bû hatibûya binçavkirin. Diviya bû hevalên me li wir derbên ku bi xeterebûna jî wergirtibûna.”
 
Dûrmûş, da zanîn ku polîs xwendekarên kurd û çepgir hedef nîşan didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qasî kesên ku êriş kirin polîs jî û rêveberiya dibistanê jî ji van êrişan berpirsyar in.”
 
DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNÊ
 
Dûrmûş, anî ziman ku xwendekarên pirsgirêkên wan ên nikarin debara xwe bikin û bi cih bibin hene, bi rîska jiyanî re jî rûbirû ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi fikara ‘ka dê îro tiştek bi serê me were?’ diçin û tên dibistanê. Gotinên nefretê yên desthilatê belavî her qadê bûne. Em hemû dikarin bi hişmendiya ku ev pirsgirêkeke civakî ye tevbigerin, têbikoşin û nijadperestan bi vî rengî ji dibistanan paqij bikin.”