Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin

  • ciwan
  • 12:27 29 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kilinç ku li ser îfadeyên şahid Kezban Kuday hatibû girtin û 6 meh in di girtîgehê de ma, hate taloqkirin. 
 
Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Esengul Kilinç, li ser îfadeyên şahida bi navê Kezban Kuday hatibû girtin û di 18’ê cotmehê de hatibû berdan. 2’yemîn danişîna doza Kilinç ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de parêzerê Kilinç, Mehmet Oner amade bû. 
 
Şandeya dadgehê, bi daxwaza temamkirina kêmaniyên di dosyayê de, doz taloqî 28’ê sibatê kir.