Xebata 'Gevera Nû' naqede! 2021-09-21 09:01:39 COLEMÊRG - Hevşaredarê Geverê Îrfan Sarik ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, anî ziman ku ji ber xebatên qeyûman ên bi navê "Gevera Nû" ku pê propagandaya xwe dikin, kuçe bûne pazil û vê rewşê wekî "terora qeyûm" wesifand.  Li navçeya Gever a Colemêrgê ji ber xebatên rê yên bi navê "Gevera Nû" yên qeyûmên tayinî şaredariyê hatine kirin, kuçeyên bajêr veguherîne pazilê. Di sala 2019'an de piştî qeyûm tayinî şaredariya HDP'î hat kirin, di 16'ê Mijdara 2019'an de li Kolana Cengîz Topelê xebatên çêkirina rê û peyarêyan hatin destpêkirinç Piştî van xebatan heman xebat di 25'ê Tebaxa 2020'î de jî careke din hatin kirin. Xebatên bi propagandaya "Gever bi xizmetên şaredariyê gihaşt nasnameya bajariyê" tên kirin, tenê ne ev inç Şaredariya bi rêveberiya qeyûm, herî dawî di 15'ê Tebaxa 2021'ê de kolanê ji serî heta binî koland û darên li kolanê jî ji binî de rakirin. Ev xebatên bi milyonan pere ji bo wan hatine xerckirin û naqedin, esnafên navçeyê bêzar kirine.    Hevşaredarê Geverê Îrfan Sarik ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, kar û barên qeyûmên ku ji sala 2016'an ve şaredariyê di nav deynan de hiştine nirxandin.    Sari, destnîşan kir ku tayinkirina qeyûman rêbazeke "îllegal û dijqanûnî" ye û got: "Qeyûm, derbeyeke li hemberî vîna gelê kurd ji bo taloqkirina îqtidara AKP-MHP'ê." Sari, destnîşan kir ku qeyûm bi betonê bîra bajêr tune dikin û got: "Li gor şert û mercên avhewayî yên bajêr divê li bajêr xebatên înşeatê havînê bên kirin. Lê belê, ev xebat sirf ji bo bajarî eziyetê bikişînin di nîvî de tên hiştin. Qaşo li navenda bajêr dest bi xebatên reflusê kirin. Lê rabûn darên 40 salî ji binî de rakirin. Li şûna wan jî li reflujeke hîn tenngtir bi 169 TL'yî darine din hatin çandin. Gevera di bin deynan de hatiye hiştin bi vî awayî jî tê cezakirin."    ALÎGIR Û HESABÊN RAYA    Sari, diyar kir ku pira li ser robarê Geverê jî bi hinceta rê ji aliyê qeyûm ve hatiye xerakirin û got: "Qeyûmê berê bi 680 milyon TL'yî qenalîzason û cihoka bermayiyan çêkir. Rêbejahiyê jî li heman cihî xebatek din kir. Hema bibêje qeyûm bajêr kiriye pazil. Em bi feraseteke ku pêşeroja bajêr îpotek kiriye re rû bi rû ne. Qeyûm radibe rêya aydê rêbejeahiyê nû dike û deynan dixe stuyê şaredariyê. CTenê sedemeke vê heye, ew jî komên alîgir li teref xwe bihêle û di dema sindoqan de bi bertîlê rayan berhev bike."    ‘TERORA QEYÛM'    Sari, destnîşan kir ku şêniyên bajêr bi "terora qeyûm" re rû bi rû ne û got: "Heger em betona ne li gor şert û mercên avhewayê hat rijandin, di dawiya havînê de xebatên hatin kirin û karên din ên çewt bi nav bikin; navê vê terora qeyûm e. Niha jî çapemeniya hewzê nûçean çêdike ku goya rûyê Geverê guheriye. Em behsa Gevereke ku hatiye betonkirin, bîra wê hatiye tunekirin, ser dîroka wê hatiye nixumandin dikin. Li 'Gevera Nû' rêyên bi toz û telaz hene. Bajarekî ku ji nexweşên KOAH'ê yên pişikên wan tije toz bûne xalî nabe heye. Di warê avê û warên din de bajêr hatiye perîşankirin. Ma Geer ev e? Heger qesda wan a ji Gevera Nû ev be, belê ya herî baş pêk anîn!"    ‘DÊ GEL BERSIVÊ BIDE'    Sari, bilêv kir ku gel bertekê nîşanî xebatên qeyûm dide û got: "Esnaf û gel ne razî ne. Lê asta vê bertekê kêm e. Çima? Ji lew re êrişek heye û di dawiya vê êrişê de împaratoriyeka tirsê heye. Ev fikar li cem gel û esnafan jî heye. Ji lew re dizane gava dengê xwe bike dê bi mueyîdeyan re rû bi rû bimîne. Lê dîsa jî dê esnafên me û gelê me bersiva herî baş di sindoqê de bidin."