Girtiyê nexweş ê bi gurçikekî dijî nayê berdan 2021-12-06 09:06:04 ŞIRNEX - Dayika girtiyê nexweş Lutfî Akay ku bi gurçikekî dijî û rewşa wî ber bi xetereyê ve diçe got ku bila êdî ji girtîgehan de cenazeyên zarokên wan neyên. Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê, binpêkirina mafan ên girtiyan zêde dibin. Girtiyên ku ji mafên xwe yên herî sereke bêpar dimînin di bin tecrîteke giran de ne. Girtiyên ku herî zêde ji ber van binpêkirinên mafan mexdûr dibin jÎ girtiyên nexweş in. Li gorî raporên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), hezar û 604 girtiyên nexweş hene û ji ber ku nayên dermankirin rewşa wan ber bi xetereyê ve diçe. Rexmî hemû bertek û nerazîbûnan jî ji bo çareserkirina rewşa girtiyên nexweş ji aliyê rayedaran ve heta niha tu gav nehatine avêtin.    Girtiyê bi navê Latîf Akay (60) jî yek ji girtiyên nexweş e. Akay, di sala 2019'an de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 11 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Akay ku niha li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ye, 3 sal in di girtîgehê de ye û gurçîkek wî naxebite. Ji ber ku bi şewba  koronayê ketiye rewşa wî giranir bûye. Dayika Akay Nebîha Akay, têkildarî rewşa kurê xwe de axivî û diyar kir ku dewlet bi van polîtîkayan dibe sedem ku di girtîgehan de cenaze derbikevin û bang li rayedaran kir ku kurê wê  demildest berdin.    BI GURÇIYEKÎ DIJÎ   Akay, diyar kir ku rewşa kurê wê xeter e û wiha axivî: "Ev 3 sal in Latîf di girtîgehê de ye. Bê hincet 11 sal cezayê girtîgehê  lê birîn. Rojekî hatin li ser malê de girtin û wî ji nav nivînan birin. Latîf nexweş e û nikare di girtîgehê de bimîne. Niha di girtîgeha Mêrdînê de girtiye. Gurçîyeke wî naxebite. Gurçika wî ya dîtir jî zirar dîtiye. Di wan rojên borî de bi nexweşiya koronayê ket. Ji koronayê gelek bandor bû û zirareke mezin dît û fitiq lê peyda bû. Dermanê wî nadinê û wan nabin nexweşxaneyan. Dema ku dibin nexweşxaneyan jî 20 rojan di hucreya yekkesî de dihêlin. Ji ber ku nayê dermankirin jî rewşa wî giran dibe. Gelek zor û zehmetî li ser wan hene. Dixwazin ku  zarokên me di girtîgehan de bimirin û cenazeyên wan bidin malbatan. Ji zirarê pêvetir tişteke din nadin wan."   'BILA CENAZEYÊN WAN NEYÊN'    Akay, destnîşan kir ku dewlet zarokên kurdab zindî digire û mirî radestî malbatên wan dike û ev tişt got: "Banga me ji hemû dayikan re heye, bila destê xwe bidin hev. Bila êdî di girtîgehan de cenazeyên zarokên me neyên. Em sed hêviyan ji dayikan dikin ku destê xwe bidin hev û piştgiriyê bidin zarokên xwe. Hemû girtiyên di zindanan de zarokên me ne. Heta dewlet ji miriyê me jî ditirse, divê em vê yekê bibînin.   'HETA KU AZAD DIBIN...'    Akay, bal kişand li ser nobeta edeletê ya ji aliyê malbatên girtiyan ve li Baroya Amedê hatiye destpêkirin û ev bang kir: "Divê herkes li girtiyan xwedî derbikeve. Ev girtî ji ber çi ketine zindanan? Ji ber ku heqê xwe xwestine hatine girtin. Girtiyan heqê kesî nexwarine û tişteke xirab jî nekirine. Tenê doza heqê xwe kirine. Girtî doza edeletê dikin. Lê mixabin li Tirkiyeyê edelet tune ye. Dayika Emîne Şenyaşar ev çend roj in li ber deriyê edlîyeyê di çalakiyê de ye. Ji ber çi? Ji bo ku edelet pêk bê li wir e. Lê edelet tune ye. Em dayik kezaba me dişewite. Ne tenê zarokên me yê kê bin kezaba me dişewite. Ev hefteyeke dayikên girtiyên nexweş, li baroya Amedê di çalakiyê de ne. Ev dayik ji ber zarokên xwe di nobetê de ne. Divê herkes piştgiriyê bide van dayikan. Heta ku zarokên me azad dibin em ê tebikoşin."    MA / Zeynep Dûrgût