Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin 2022-06-30 12:47:01   COLEMÊRG - Hat zanîn ku di dema operasyona leşkerî ya li Geverê de artêşa tirk li gelek girên bilind ên çiyayên Omer û Sipêrêzê fotokapan û mobese hatin bicihkirin. Her wiha li gelek deveran jî mewziyên leşkeran hatin çêkirin.    Artêşa tirk di 31’ê gulanê de li dijî gundên Pagê, Tiloran a Jêr, Tiloran a Jor, Kuçe, Zîzan, Memkava, Meşkan, Kêlban, Yekmala Jor, Yekmala Jêr, Darê, Kaportê, Çardiwar, Mûşan, herêmên Tajdîn, Sipêrêz, Çiyayê Omerê, Pagê û Topizawa yên Gever a Colemêrgê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Operasyona ku ev zêdetirî meheke berdewam dike bi dawî bû. Artêşa tirk li gelek deverên çiyayî, qad û girên bilind ên li herêmê serwer fotokapan û mobese bi cih kirin û mewziyên leşkerî yên veşarî çêkirin.    Hat zanîn ku çend deverên ku mobese, fotokapan û mevziyên leşkerî yên veşartî lê hatine çêkirin wiha ne: “Dola Sêvê, Kuçe, Tiloran a Jêr, Tiloran a Jor, Dola Nîvekar, Şêx Mengelan û Dola Memdawa.”