Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir 2024-12-30 16:46:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku biryara astengkirina malpera Ajansa Mezopotamyayê li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Bedlisê hatiye dayin.  Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Bedlîsê di 27’ê Kanûnê de ji bo malpera Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya “mezopotamyaajansi40.com” bi îdiaya “ji bo parastina ewlehiya neteweyî û pergala cemaweriyê” biryara atengkirinê dabû. Biryara dadgehê piştî astengkirina xwegihandinê, ji ajansa me re hate teblîxkirin.    Di biryarê de hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Bedlîsê di 25’ê Kanûnê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê dike” serî li dadgehê daye. Fermandariyê, xwest ku bi îdiaya behsa xeberê ji bo malpera MA’yê biryara astengkirinê were dayin.    Dadgehê jî di 27’ê Kanûnê de daxwaza fermandariyê qebûl kir û biryara astengkirinê da. Lê belê nehat diyarkirin bê ka biryar ji ber kîjan nûçeyê yan jî nûçeyan hatiye dayin.    Parêzerên MA'yê dê li dijî biryarê li Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Tetwanê îtîrazê bikin.