28 sal in kiryarên rojnamevan Karaagar nehatine dîtin

  • rojane
  • 09:01 12 Hezîran 2021
  • |
img

WAN - Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, 28 sal berê li Wanê hatibû kuştin. Hîn jî kiryarên Karaagar nehatine dîtin. 

Li Tirkiyeyê di salên 1990'an de bi destê pergalên girêdayî dewletê bi sedan rojnamevan, siyasetmedar û rewşenbîr hatin kuştin. Lê piraniya wan wekî cinayetên kiryar nediyyar man. 
 
Piştî ku rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker li xwe mikur hat, careke din cinayetên kiryar nediyar bûn rojev. Ji kesên hatin kuştin yyek jê jî belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar e. Karaagar, di 19'ê Çileya 1993'yan de li Wanê gava rojname belav dikir li nav kuçeyê hat kuştin û hîn jî kiryarên wî nehatine dîtin.
 
Hayrettîn Çelîk ku tevî Orhan Karaagar di Rojnameya Ozgur Gundemê de dixebitî, bibîr xist ku di salên 1990'an de gelek xebatkarên çapemeniya azad hatine kuştin û polîtîkayeke tund li hemberî kurdan dihat kirin û ev polîtîka hîn jî didome. Çelîk, anî ziman ku di salên ku zext û zorî zêde bûbûn de Karaagar li Wanê kova rbelav dikirin û li wir wî nas kiriye û got: "Orhan, berî ku bê rojnameyê kovara Ozgur Halkê li tevahiya herêmê belav dikir. Me jî ji Orhan rica kir ku rojnameyê jî belav bike. Orhan, ji dil û can welatparêz bû. Jixwe performansa wî ya kar, mînakek bû ji bo vê. Li Wanê di nav nîv saetî de 150 rojname belav dikirin û rojnameyên bajarên din organîze dikir. Ji ber vê pirî caran dibû hedefa êrîşan. Dewleta kûr tenê bi revandin û kuştina mirovan qîma xwe nedianî, di nav civakê de bîrbirî û têgihanine cuda diafirand." 
 
ÎŞKENCE
 
Çelîk, diyar kir ku polîs her în Karaagar direvandin û gef lê dixwarin û zivistanê wî xistine Gola Wanê û îşkence lê kirine. Çelîk, anî ziman ku ji bo ku kar û barên Karaagar neyên astengkirin, Karaagar gilî nedikir. Çelîk, bilêv kir ku ji ber ku Orhan pir bi lez û bez tevdigeriya polîsan nikaribû wî zevt bike û got: "Gava me nûçeyek çêdikir, bandorek mezin çêdikir. Gava kesek bihata revandin, malbat ewilî ditirsiyan tiştekî bibêjin. Paşê me ferq kir ku ên derbarê wan de nûçe nayên çêkirin piranî jê tên kuştin an jî windakirin. Me bi nûçeyên xwe gelek kes bi xelasê xistin. Orhan jî bi vê rastiyê dizanibû. Dewlet jî baş pê dizanibû, lewma hevalê me kir hedef û kuşt." 
 
ÎTIRAFÊN JÎTEMÊ 
 
Çelîk, bibîr xist ku piştî xebera kuştina Karaagar hat bihîstin bi hezaran kes hatine ber nexweşxaneyê û gel ji ber ku paş de gav nediavêt, sûc û cinayetên bi destên dewletê dihatin kirin pûç dibûn. Çelîk, diyar kir ku elemanên JÎTEM'ê Mûrat Demîr û Mûrat Îpek, di sala 1997'an de di hevpeyvîna di Kovara Noktayê de gotibûn "Me yê Orhan Karaagar bikuşta, lê gava me haziriya xwe dikir serê sibehê xeber gihaşt me. Elemanê JÎTEM'ê Kadîr Karataş û koma xwe ew kuştibûn." Çelîk, da zanîn ku tiliya van kesan di gelek bûyeran de heye û li xwe mikur hatine, lê belê daraz derbarê wan de tu tişt nekiriye. 
 
'HER TIŞT DISEKINE'
 
Çelîk got: "Ji salên 1990'an heya niha dewleta Tirkiyeyê di nav sancûyeke mezin de ye. Ev sancû di salên 2000'an de êdî hatibû asta peqandinê û AKP di wextekî werê de bû îqtidar. Lê AKP, niha bi konseptên ku ji dema Osmanî heya niha êrîşî dibe ser kurdan. Li Tirkiyeyê gava mesele dibe kurd, her tişt disekine. Ne heq, ne hiqûq, ne jî darizandin heye. Ji ber vê ev îtirafkar derbarê cinayetên kirine li xwe mikur hatin. Lê dewletê tiştek jî nekir. Bi hezaran kes bi vî awayî hatin kuştin û hîn jî cenazeyên gelekan nehatiye dîtin. Sedat Peker jî niha rabûye yeko yek navan dibêje. Dibêje ji Venezuellayê bi tonan tiyar hatiye, nav aşkere dike. Lê Bînalî Yildirim, dibêje, 'kurê min ji bo alîkariyê çûye wir.' A ha mirov di dewleteke wiha de nikare behsa heq û hiqûqê bike. Lewma tekane rê têkoşîn e." 
 
BERXWEDANA GEL 
 
Çelîk, destnîşan kir ku ev pergala mafyayî ya qirêj li ser esasê tunekirina kurdan hatiye avakirin û got: "Lewma axaftina van îtirafkar û çeteyan ji bo dewletê pir negirîng e. Dewlet ketiye etra bekaya xwe. Hele jî ev îqtidara ku havênê wê talan û dizî ye! Lê em ê dev ji vana bernedin û gava wextê wê bê em ê yeko yeko hesab ji wan bipirsin. Bawer nakim Mûrat Îpek, Mûrat Demîr an jî Sedat Peker bên darizandin, lê hêviya min gel e. A ku encamê diyar bike, berxwedana gel e." 
 
MA / Dîndar Karataş