KASED dê li Mêrsînê konserekê li dar bixe

  • jin
  • 09:21 19 Çile 2022
  • |
img

MÊRSÎN - KASED wê li Mêrsînê konserek li dar bixe. Cejna Sarûhan a ku amadekariya konserê dike banga konserê kir û got: "Em li dijî feraseta ku jinê nahesibîne piştevaniya hunermendên jin bikin." 

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), dê di 22'yê Çileyê de li Mêrsînê konserekê li dar bixe. Konser dê li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê bê lidarxistin. Hunermend Feryal Oney û Devrîm Demîr dê derkevin ser dikê. Hunermend Cejna Sarûhan ku di organîzasyona konserê de cih digire, di serî de jin bang li hemû mêrsîniyan kir ku tevli konserê bibin. 
 
Sarûhan, anî ziman ku jin ji ber nekwekheviya zayendî ya civakî ji hunerê hatine dûrxistin û got: "Em di qada hunerê de jî bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Feraseta baviksalrî wekî qadin din, dixwaze me ji vê qadê jî dûr bixe. Ferasetên wekî 'tu jin î hunerê neke' û 'tu jin î dê hin kes zimandirêjiyê bikin' hwd. hene. Yanî tim astengiyan didin ber me. Lê me di nav hunerê de cih girt û dest bi rûxandina vê ferasetê kir. Em li dijî vê ferasetê têdikoşin û em tim bitêkoşin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Sarûhan, destnîşan kir ku ji bo hîn bêtir di qada hunerê de çalak bikin têdikoşin û got: "Sedema vê konserê jî, ew e ku em jinê hîn bêtir xuyangtir bikin. Em vê carê bi konserê vê yekê dikin. Werin em bi hev re li dijî vê ferasetê piştevaniya jinan bikin."