Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?

  • rojane
  • 12:41 30 Hezîran 2022
  • |
img
RIHA – Malbata Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê ya îro de wiha bang li wezaretên edalet û tenduristiyê kirin: “Çima vê dayika ku 479 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê nobetê digire nabînin?” 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de ji bo girtin û darizandina kujeran li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir. Çalakiya malbatê di roja 479’an de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar îro di danê sibehê de ji Pirsûsê hatin pêşiya edliyeyê û dest bi nobetê kirin. 
 
Di çalakiyê de dovîza “Nobeta me ya edaletê di roja 479’an de berdewam dike. An edalet an jî mirin dê bikare min ji vê derê rake” hatibû daliqandin. Malbatê, qala doza xwe bi kesên ku rêyan bi edliyeyê diketin re kirin. 
 
MALBATÊ PEYAM PARVE KIR
 
Malbatê derheqê mijarê de li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Malbatê, daxuyaniya Wezareta Edaletê û Wezareta Tenduristiyê ya têkildarî êrişa li dijî kedkarekî tenduristiyê parve kir û wiha got: “Derheqê nelirêtî û bêhiqûqiyên li Rihayê diqewimin daxuyaniyan didin. Çima dayikeke ku ev 479 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê nobetê digire nabînin? Gelo ma ev dayik ne hemwelatiya vî welatî ye?”