Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive

img
ENQERE - Meclisa HDP’ê bi rojevên tecrîda li Îmraliyê, êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hilbijartinê, dê ji bo diyarkirina xeta têkoşîna polîtîkaya xwe sibê bicive. 
 
Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê sibê li avahiyê xwe ya Navenda Giştî kom bibe. Desteya Rêveber a Navendî (MYK) dê êrişên hewayî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bûbû rojeva sereke ya civîna awarte ya 21’ê cotmehê, di civîna Meclisa Partiyê de jî têxe rojeva xwe. 
 
SIYASETA LI DIJÎ ŞER
 
Meclisa HDP’ê dê nîqaşên desthilata ku welat di şert û mercên şer de dibe hilbijartinê biaxive û dê nexşerêya xwe diyar bike. HDP mijara “siyaseta li dijî şer” a ku di civîna MYK’ê de nîqaş kiribû dê di civîna Meclisa Partiyê de bike biryar. HDP li dijî polîtîkayên desthilatê yên şer, dê stratejiya xwe ya ‘siyaseta li dijî şer’ diyar bike û dê bi vê stratejiyê dakeve qadan. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Wezareta Dadê serlêdana HDP’ê ya bi Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan re ji bo bi Rêberê PKK’ê re hevdîtinê pêk bîne hatiye kirin hêj nebersivandiye. Meclisa Partiyê dê serlêdana Îmraliyê, têkoşîna li dijî polîtîkayên tecrîdê nîqaş bike û dê nexşerêya xwe ji nû ve bigire dest. 
 
Rojeveke Meclisa Partiyê ya din jî dê hilbijartina giştî û serokkomariyê be. HDP ji mijarên ku rojevê mijûl dike ya namzetê serokkomarê/a ya partiya xwe dê diyar bike û li ser taybetmendiyên namzetê/a xwe dê nîqaşan bide meşandin.