Êrişên li ser Filistînê berdewam in 2026-04-21 09:45:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê berdewam in. Di êrişan de yek jê jin bi giştî 4 kes hatin qetilkirin.    Êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe dispêrê çavkaniyên herêmî, artêşa Îsraîlê Xaçerêya Zukzukê ya li Taxa El-Emelê ya li rojavayê bajarê Han Yunusê yê li Şirîda Xezeyê bombebaran kir. Hat zanîn ku di êrişê de Dervîş el-Attal, Sa'd Ebu Hilal û Macid Ebu Musa hatin qetilkirin.    Li hêla din, li herêma Selatîn a li rojavayê Beyt Lahiya ya li bakurê Şirîda Xezeyê jî leşkerên Îsraîlê yên di botan de gule reşandin û jineke filistînî hate qetilkirin.