Iraq: Tu hêz derbasî Îranê nebûne

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Hêzên Sînorî yên Iraqê hemû gotegotên ku dibêjin hêzên çekdar ketine nav axa Îranê red kir û got: “Tu tevgereke leşkerî an jî ketina hêzan ji Herêma Kurdistanê bo nav axa Îranê nehatiye tomarkirin.”
 
Fermandarê Hêzên Sînor yên Iraqê Mihemed Ebdulwehab derbarê rewşa li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de agahiyên nû da.
 
Mihemed Ebdulwehab got: “Raporên derbarê binpêkirina sînorê Iraqê bi Komara Îslamî ya Îranê re li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ne rastin. Iraq li sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Helebçeyê, ku hemû jî bi baldarî têne şopandin, bi Îranê re sînorek 1493 kîlometreyî parve dike.
 
Parastina sînor bi hemahengiya temamî  ya ligel hêzên Pêşmerge û ewlehiyê tê kirin û tu tevger an jî ketina hêzan ji Herêma Kurdistanê bo nav axa Îranê nehatiye tomar kirin û her binpêkirina van sînoran bi temamî red dikîn.”
 
Her wisa Fermandarê Hêzên Sînor yên Iraqê Mihemed Ebdulwehab di dewamê de wiha got; “Ne tenê sînorên Îranê, lê hemû sînorên din yên Iraqê yên bi Sûriye, Kuwêt û Erebistana Siûdî re bi temamî têne parastin û çavdêrîkirin. Tîmên parastina sînor erkên xwe ji bo pêşîgirtina li her binpêkirinek ku dikare zererê bide ewlehiya welat, didomînin.”