Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

Parve bike:
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê siyasî Şahram Sadeghi hat îdamkirin. Mal û milkê Sadeghi jî hat desteserkirin.
 
Li Îranê Şahram Sadeghi bi hinceta tev li çalakiyên meha Çileyê bûye, li Kerecê hatibû girtin. Dadgeha Şoreşê ya Kerecê bi hinceta "hevkariya bi rejîma siyonîst, DYE'yê û komên dijmin re" cezayê "mirinê" û "desteserkirina mal û milkê wî" lê birî. Parêzeran îtîrazê Dadgeha Bilind a Îranê kir. Piştî ku Dadgeha Bilind a Îranê biryar erê kir, vê sibehê Şahram Sadeghi hat îdamkirin.
 
Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a dadgera Îranê Mizanê, mal û milkê Sadeghi hat desteserkirin. Di nûçeyê de têkildarî cihê ku Sadeghi lê hatî îdamkirin, agahî nehatin parvekirin.