NAVENDA NÛÇEYAN – Di pevçûnên li Yemenê de komên ji aliyê Erebistana Siûdî tên piştgirîkirin dest bu bikaranîna dronên întiharê kirin û Bendergeha Mochayê ku Hûsiyan ew hedef girt hat girtin.
Piştî agirbesta di navbera Rêveberiya Hûsiyan (Ensarullah) a ku paytext Sana ya Yemenê di destê wan da û hêzên hikûmetê yên ji aliyê Erebistana Isûdî ve tên piştgirîkirin bi dawî, pevçûn dewam kirin. Hêzên artêşê yên girêdayî Rêveberiya Hûsiyan bi fuzeyan êrişî Bendera (Lîman) Mochayê kirin. Ji ber êrişên vê dawiyê bender hat girtin.
Midûrê Giştî yê Bendera Mochayê Abdülmelik Al-Şerabî, daxuyand ku di demen dawî de Hûsiyan zêdetirî 25 caran bi fuzeyan êrişî benderê kiriye û ji ber vê xebatên deryavaniyê û bazirganî bi temamî sekinîne. Al-Şarabî daxuyand ku di êrişan de 7 kes mirine û nêzî 16 milyon dolar xisareke maddî çêbûye.
Al-Şarabî destnîşan kir ku girtina benderê dê di warê mirovî û aborî de bibe sedema encamên cidî û got ku ji ber çûnhatina bi rêya deryayê sekiniye nêzî 300 kes bêkar mane.
DRONÊN ÎNTIHARÊ
Hêzên artêşê yên hikûmeta Yemenê yên ji aliyê Erebistana Siûdiyan ve tên piştgirîkirin jî noqteyên leşkerî yên Hûsiyan hedef girtin. Hêzên artêşê ku envantera xwe ya çekan nû kiriye, dest bi bikaranîna droneyên întiharê jî kir.
Navenda çapemeniyê ya Hêzên Çekdar ên Yemenê, dîmenên şopandina wesayîteke mobîl a aîdî milîsên Hûsiyan û îmhakirina wê belav kirin û bi vî awayî çeka nû ragihandin.