Serokê Meclisa Îranê: Dê Tengava Hurmuzê neyê vekirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN- Serokê Meclisa Îranê Mûhammed Bagir Galîbaf, diyar kir ku DYA'yê şertên peymanê bi cih neanîne û got: "Dê Tengava Hurmuzê neyê vekirin." 
 
Serokê Meclisa Îranê Muhammed Bagir Galîbaf, beriya rûniştina vekirî ya 180'emîn a Meclisa Şûraya Îslamî ya Îranê, têkildarî geşedanên dawî axivî. Galîbaf bal kişand ser Peymana Îslamabadê û got ku DYA'yê şertên di peymanê de bi cih neanîne. 
 
Galîbaf got: "Beriya dorpêç neyê rakirin, heyînên blokekirî serbest neyên berdan, mueyîdeyên petrolê neyên rakirin û li hemû eniyan gef û operasyonên leşkerî bi dawî nebin û şertên din ên peymanê neyên bicihanîn, dê Tengava Hurmuzê neyê vekirin."