Birayê gundiyê di lênêrîna awarte de ye: Dema binçav kirin tiştekî birayê min tunebû 2020-09-14 14:19:43 WAN – Tedawiya her du gundiyên ku piştî binçavkirina xwe ya ji aliyê leşkeran ve du roj şûn de hat hînbûn ku li lênêrîna awarte de ne, didome. Cengîz Şiban, diyar kir ku birayê wî li ber çavê wî hatiye binçavkirin û tiştekî wî tunebûye.       Beriya çend rojan leşkerên ku li navçeya Şaxê ya Wanê derketibûn operasyonê, welatiyê bi navê Servet Tûrgût (55) ê bavê 7 zarokan û welatiyê bi navê Osman Şiban (50) ê bavê 8 zarokan binçav kiribûn û heta 2 rojan agahî ji wan nehatibû girtin. Piştî 2 rojan hat hînbûn ku Tûrgût û Şiban, li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê di bin tedawiyê de ne. Biryara binçavkirinê ya derbarê Tûrgût û Şiban de hatiye rakirin û ji ber ku rewşa wan giran e hê jî di beşa lênêrîna awarte de tedawiya wan tê kirin û destûr nayê dayîn ku xizmên wan bi wan re hevdîtin bikin. Hat diyarkirin ku di nav rojê de parêzer biçin Serdozgeriya Komarê ya Wanê û giliya leşkeran bikin.    ‘GELO DI HELÎKOPTERÊ DE ÎŞKENCE HAT KIRIN?’   Birayê Şiban Cengîz Şiban, diyar kir ku leşkeran li ber çavê wî kekê wî binçav kirine û ev tişt got: “Kekê min beriya 5 mehan ji bo karê gund ji Mersînê hat gund. Roja 11’ê îlonê leşkeran Servet Tûrgût ku li nav erdê xwe kayê berhev dikir girtin û anîn gund. Pişt re wî û Osman bi hev re li Helîkopterê siwar kirin û bi xwe re birin. Ji ber ku operasyon hebûn em bi cihekî ve neçûn û agahî negirt. Ji ber ku me demeke dirêj agahî ji wan negirt, hatim navenda bajar û li leşkeriyê geriyam. Ji min re gotin ku kekê min di beşa lênêrîna awarte de ye.  Min ji wan re got, ‘Dema we kekê min bir saxlem bû, çawa bû ku ketiye lênêrîna awarte?” Lê bersiv nedan min. Dema ku kekê min binçav kirin tiştekî wî tunebû. Em nizanin gelo îşkence li wan kirine, di helîkopterê de îşkence li wan kirine.”