Osman Şiban: Ji helîkopterê avêtin 100-150 leşker bi ser mede hatin û bi kulm û phînan li me dan 2020-11-02 12:28:40 ENQERE – Parlamenterê serbixwe Ahmet Şik, di rapora xwe ya derbarê avêtina gundiyan a ji helîkopterê de cih da van gotinên Osman Şiban “Ji helîkopterden avêtin 100-150 leşker bi ser mede hatin û bi kulm û phînan li me dan” ên dema avêtina holîkopterê.     Parlamenterê serbixwe yê Stenbolê Ahmet Şik, derbarê îşkencekirin û avêtina ji helîkopterê ya Osman Şiban û Servet Tûrgût ku di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê leşkerên ku derketibûn operasyonê ve hatibûn binçavkirin û ji helikopterê hatibûn avêtin de raporeke berfireh amade kir. Parlamenter Şik, rapora xwe li meclisê bi civîneke çapemeniyê aşkera kir.    DAXWAZA HEVDÎTINÊ RED KIRINE    Di destpêka raporê de derbarê bûyerê de agahî hatine parvekirin û rêbaza amadekirina raporê hatiye aşakerakin. Piştre jî hatiye destnîşan kirin ku Şik bixwe çûye cihê bûyerê û derbarê bûyerê de ji rayedarên dewletê xwestiye ku bi wan re hevdîtin bike lê rayedaran daxwaza wî qebûl nekirine.    AVÊTINA JI HELÎKOPTERÊ PIŞTRAST DIKE   Bi Osman Şiban ku ji helîkoterê hatiye avêtin re hevdîtin hatiye kirin û di raporê de ev hevdîtina ku bi Şiban re hatiye kirin cih digire. Şiban, di hevdîtina xwe de destnîşan dike ku bi Servet Tûrgût re li helîkopterê hatine siwarkirin û di helîkopterê de îşkenceyeke giran li wan hatiye kirin. Di berdewamê de Şiban, tîne ziman ku ji helîkopterê tên avêtin û li ser zemîneke bibeton dikevin û piştî vê 100-150 leşker tên ser serê wan wan û îşkence li wan dikin.    GIRTINA ROJNAMEGERAN   Di raporê qala rojnamegeriya ajansa me jî tê kirin û girtina nûçegîhanên me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr a ji ber vê yekê tê bibîrxistin.