Kizil ê di 12’ê Îlonê de li Hejmara 5'an girtîbû: Têkoşînê ez li ser piyan hiştim 2021-09-11 09:08:15   MÊRDÎN - Yek ji girtiyên di dema darbeya 12’ê Îlonê de, li Girtîgeha Hejmara 5'an a Amedê girtîbû Îsa Kizil, rojên xwe yên di bin îşkenceyê de derbas bûn weke “mirin li kêleka me rûniştîbû” nirxand û wiha got: “Keyfxweşiya têkoşînê hişt ku ez li ser piyan bimînim.”    41 sal bi ser darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’iyan re derbas bûn. Darbeyê çar aliyên welat veguherandibûn, dezgeha îşkenceyê. Ligel ku 41 sal darbas bûn jî, encamên darbeyê li her derî xuya dikin. Wê demê bi hezaran kes di dezgehên îşkenceyê re derbas bûn û ji van bi sedan kes hatin qetilkirin. Yek ji girtîgehên ku herî zêde îşkenceyên giran lê hatin kirin, Girtîgeha Hejmara 5 a Amedê bû. Ev girtîgeh di heman demê de, bi berxwedana girtiyan jî, mora xwe li dîrokê xist. Yek ji girtiyên ku di Hejmara 5 de îşkenceyên giran lêhatin kirin, Mehmet Îsa Kizil ê 75 saliye. Kizil, bi beden û hişmendiya xwe re wan rojên giran dijî. Kizil ê li gundê Gundik ê girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê dijî, ew roj ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin.      ‘MIN KEMAL PÎR NASKIR, EZ TEVLÎ BÛM’    Kizil, salên pêşîn ên xortaniya xwe weke "Min ji mirovahiyê tiştek nedizanî" bi nav kir û wiha axivî: “Min di navbera salên 1976-77’an de, Komeleya Çanda Demokrat a Şoreşgerî (DDKD) nas kir. Ez beşdarî xebatên atolyeyê bûm. Ez piştî perwediyên di atolyeyan de, tevlî xebatên rêxistinkirina ciwanan bûm. Piştî demekê, min PKK’ê bi belavokên ku dibin navê Şoreşgerên Kurdistanê (KD) dihat weşatin de nas kir. Wê demê min yek ji kadroyên pêşeng Kemal Pîr jî nas kir. Ez çûm malekê, li ser maseyekê 4 heval rûniştî bûn. Yek Selman Dogrû bû. Min ew nas kir, wî jî ez nas kirim. Yek jî Kemal bû. Yê din jî Cemal bû. Kemal kesek nerim, jêhatî bû. Xwîna min keliya wî û yekser tevlî wan bûm.”      74 ROJAN DI LÊPIRSÎNÊ DE MA    Kizil ê di dema darbeyê de hat binçavkirin, diyar kir ku piştî 3 rojên binçavkirinê ew şandin tugayê û wiha got: “Ez 74 rojan bi şev û roj di lêpirsînê re hatim derbaskirin. Mirin wisan li kêleka me rûniştî bû. Em bi hev re radibûn û rûdiniştin. Îşkence li me dihatin kirin pir giran bûn. Dema ku ceyran didan me, em dipekiyan û li erdê diketin. Gava ku me digot hûn ji me çi dixwazin jî, pîvana îşkenceyê zêdetir dikirin. Di dawiya dawî ceyran dan zimanê min. Diranekê min ket. Dîsa jî li min dixistin. Ji ber îşkenceyên giran, me digot qey goştê canê me jê dikin. Piştî îşkenceyê min digot qey ez li bihuştê me.”    Kizil da zanîn ku dûre ew şandin Amedê û wiha dewam kir: “Di ketina girtîgehê de, komekê ji min pirsa ‘Hûn qawişa bi televîsyon, an jî qawişa serşok lê heye dixwazin? kir. Her kesî baweriya xwe bi vê di anî û tercîha xwe dikir. Dûre em derxistin hewşê, kirin odeyekê. Binê odê tije av û qirêjî bû. Bi copan ketin ser me de. Hemû kesî qîr dikir. Piştre em xistin hucreyan. Ez heftiyekê di hucrê de mam. Kemal Pîr li qawîşa Hejmara 27’an bû. Gazî me dikir û ji me re digot, ‘çi tiştên ku ew bêjin netirsin.’ Deriyê lexemê vedikirin, dixwestin ku em bikevinê.”   LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ BERXWEDAN   Kizil, qala berxwedana mezin a li dijî îşkenceyê hat kirin wiha vegot: “Kemal Pîr û Mezlûm Dogan, di dadgehê de parastina siyasî kirin. Ew roj ji me çiqas xweş bû. Piştî wê rojê îşkence zêdetir bû. Lê berxwedan jî pir mezin bû. Piştî ku Mezlûm Dogan bedena xwe da ber agir, bêdengiya axretê bi ser girtîgehê de hat. Dûre berxwedana çalakiya ‘çaran’ Farhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn dewam kir. Ji ber fikara ku çalakî belav bibe, di girtîgehê de asta îşkenceyê kêm bû.” Kizil, çalakiya 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin bibî xist û wiha got: “Ez 43 rojan di çalakiyê de mam. Pişt re ez sîrgonî Girtîgeha Nazîlliyê kirim. Min li vê derê çalakiya xwe dewam kir.”   PIŞTÎ KU JI GIRTÎGEHÊ DERKET   Kizil ê 11 salan di girtîgehê de dimîne, piştî ku derdikeve xebatên xwe li qadên cuda dewam dike. Heya demek dirêj serokatî û rêveberiya Şaxa 78’an a Komeleya Mêrdînê dike. Kizil ligel nexweşî û temenê xwe yê mezin jî, di dema êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê de, diçe ser sînor û bi rojan nobetê digire. Kizil, diyar kir ku di temamiya wêneyên kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan de, wêneyên Kemal Pîr, Mazlûm Dogan û Xeyrî Dûrmûş dîtin û wiha domand: “Hemû bibûn yek. Min her tim xebata xwe dewam kir û şîret li ciwan kirin. Ji ber îşkenceyên li girtîgehê, pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijîm. Ez bi keyfxweşiya têkoşînê li ser piyame.”   ‘POLÎTÎKAYÊN XIYANETÊ’    Mehmet Îsa Kizil, daxuyakirin ku ew hêvî dike ku rêxistinbûyîn mezin bibe û bi ser bikeve. Kizil di dawiya axaftina xwe de, wiha got: “Em yek bi tenê jî bimînin, emê bi ser bikevin. Çareya wê tuneye. Ger xiyanet hebe jî emê bi ser bikevin. Îro li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê operasyonek mezin heye. Ez bang li PDK’ê dikim. Wê teqez yekitiya kurdan ava bibe. Ez bang li Nêçîrvan Barzanî dikim. Dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berdin. Ji bo kurdan bixebitin. Tavilê azadiya xwe bi dest bixin. Bila Kurd bi hev re tevbigerin, Kurdistanê azad bikin. Ma qet bavê wan nayê aqlê wan? Divê bi çewherê xwe re tevbigerin. Heya ku ew li xwe venegerin, dê bên xapandin. Wê polîtîkayên xiyanetê bi rêve bibin. Di vê xwe ji vê yekê pak bikin.”   MA / Ahmet Kanbal