Kurê Laçîn ê ku anîn ber HDP'ê: Bi salan tundî li me kir 2021-09-22 10:22:58 AMED - Kurê Mehmet Laçîn ku wî ji Îzmîrê anîn ber Navenda Giştî ya HDP'ê Ozer Laçîn, diyar kir ku bavê wî bi salan tundî li wan kiriye û wiha got: "Armanca wî ne pirskirina zaroka wî ye, ji ber ku dayika me ew terikandiye armanca wî dayika min e."   Bi angaşta ku zarokên wan derxistine serê çiya bi dehan kes ji meha îlonê ya sala 2019'an ve li bajarên cuda li ber avahiyên HDP'ê hatine bicihkirin û tên rawestandin. Yek ji van kesan jî Mehmet Laçîn e. Laçîn bi arestekirina Wezareta Karên Derve û Miduriyeta Polisan di destgpêka sala 2020'an de li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hat bicihkirin. Piştî demekê Laçîn ji Amedê derbasî Îzmîrê bû û li ber avahiya HDP'ê ya Îzmîrê kon veda. Navê Laçîn dema qetilkirina Denîz Poyraz jî hatibû rojevê. Rayedarên HDP'ê, di daxuyaniyên ku dan de destnîşan kirin ku Laçîn ji kujerê Poyraz Onûr Gencer re çavdêriyê kiriye.    ME XWE GIHAND KURÊ LAÇÎN   Dî 16'ê îlonê de Laçîn ji Îzmîrê jî birin Enqerê û jê xwestin ku li ber Navenda Giştî ya HDP'ê kon vede. Lê parlamenterên HDP'ê berteka "Hûn nikarin kujerê Denîz Poyraz bînin" nîşan dan û destûr nedan ku Laçîn li ber HDP'ê kon vede. Laçîn, li vir careke din angaşt kir ku keça wî ji Stenbolê bi zorê birine serê çiya. Keça Laçîn, di hevpeyvîneke ku dabû Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de angaştên mijara gotinê yên bavê xwe derewandibû. Me xwe gihand kurê Laçîn ê bi navê Ozer Laçîn (26) û pê re li ser hewldanên bavê wî axivîn.    TUNDIYA SÎSTEMATÎK VEGOT   Laçîn ku bi dayika xwe re dijî, diyar kir ku bavê wî bi salan tundî li wan kiriye û wiha got: "Ji 4 saliya min ve bavê min tundî li me tevahî malbatê dike. Em 3 xwişk û bira ne û bavê min 2 caran zewiciye. 12 sal berê ji ber tundiya ku bavê min lê dikir dayika min terka bavê min kir. Dayik û xwişka min ji Îzmîrê çûne Kocaeliyê. Piştî vê veqetandinê ez jî çûm Kocaeliyê. 6-7 sal e têkiliya min bi bavê min re tune ye. Dema pêvajoya veqetandinê bavê min bi awayekî sîstematîk bi salan tundî li min, xwişka min û dayika min kir. Ji bo ku malbat ji hev nekeve me sebir kir û got belim sererast bibe. Lê berdewam kir û veguherî şerên bixwîn. Piştre em çûn Kocaeliyê. 12-13 sal in em ji hev cuda ne. Ji bo bavîtiyê tiştekî nekiriye û mîna dijminan tevdigere. Piştî vê me jî biryara ku em pêre hevdîtin nekin girt. Ne ji min re ne jî ji xwişka min re bavîtiyê nekir."   ÎFTIRAYA LI DAYIKÊ    Derbarê îşkenceyên bavê xwe de Laçîn, destnîşan kir ku ji ber îşkenceya bavê wî lê kiriye demeke dirêj beşeke porê wî şîn nebûye û salek zêdetir tedawî dîtiye û ev tişt anîn ziman: "Anîbû asteke wisa ku ji 2 rojan carekê li polisan digeriyam û digot, 'Werin dayika min dikujin'. Piştî veqetandinê dem deman bavê min dixwest bi min re têkilî deyne lê min vê qebûl nekir. Îftira û heqaret li dayika min dike. Bi vî awayî têkilî datîne. Ez vê qebûl nakim. Wextê ji bo sûcdarkirina dayika min xwest min bike hevparê xwe. Xwest min bike şahidê îftirayên ku li dayika min dike. Min jî vê qebûl nekir."   'ARMANC NE ZAROKA WÎ YE'   Laçîn, da zanîn ku bavê wî ji ber ku bi dayika wî najî îftirayan li dayika wî dike û têkildarî mayîna bavê xwe ya li ber HDP'ê jî ev tişt got: "Armanca wî ne pirskirina zaroka wî ye. Lewre bavê ku girîngiyê bide zaroka xwe bûyeran nedianî asta berdan û veqetandinê, îşkence nedikir, tacîz nedikir. Dibe ku nîqaşên sivik çêbibin lê divê ev negihîje asta tacîz û îşkenceyê. Heke girîngî bida xwişka min wiha nedikir. Armanca wî ya bingehîn ne ev e. Diçe li wir dibêje, 'Ez bêriya keça xwe dikim, keça min canê min e'. Ev ne rast e. Di rastiyê de şelaqiyê dike. Daxuyaniyên wî yên dawiyê bişopînin; dayika min dike hedef, qala xalê min dike. Mesele ji ber ku dayika min ew terikandiye. Dayika min me digire dibe û ew jî vê li xwe qayîl nayne."   TELEFONA JI WALÎTIYÊ   Di berdewamê de Laçîn, derbarê hatina bavê xwe ya Amedê de jî axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema ku hat Amedê xwest bi min re hevdîtin bike. Peyam şand, min bersiv nedayê. 4-5 caran li min geriya. Piştî ku çû li min negeriya. Digot, 'Em hev bibînin, min berî kiriye. Dixwaze min jî bi kar bîne. Dixwaze nîşan bide ku ji zarokên xwe hez dike. Destdirêjkirina mîn jî wê wisa nîşan bidana. Ji ber vê min tu têkilî dananî. Ji bilî bavê min Walîtiya Amedê jî xwest bi min re bikeve têkiliyê. Rayedarên ku li min geriyan pirsa xwişka min kirin. Sala borî geriyan, pirsa xwişka min kirin û gotin, 'Werin em bi axivin'. Min bi parêzerê xwe re hevdîtin kir û parêzer got ku dema agahdarname bê dikarî biçî. Piştre negeriyan."   MA / Gokhan Altay - Ozgur Paksoy