Kepçe ketin Birca Belek 2021-12-31 12:44:39 ŞIRNEX - Li Birca Belek ku dîroka wê digihe 6 hezar salan a li Cizîrê bi kepçeyan xebatên restorasyonê dest pê kirin. Sîcîla şîrketa ku îhale dane wê nebaş e.   Kepçe ketin Birca Belek a dîrokî ya li navçeya Cizîra Şirnexê. Ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Hebûnên Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Tûrîzmê ve di bin navê “peyzajê” de li Bîrca Belek û derdora wê xebatên restorasyonê hatin destpêkirin.    Birca Belek ku xwedî dîrokeke 6 hezar salane malovanî ji Qraltiyên Gûtî, Med, Asûr û Mîrtiya Botanê kir. Ji aliyê Osmanî û Tirkiyeyê ve demekî dirêj weke baregehên eskerî hat bikaranîn. Li Birca Belek a eskeran di sala 2010’an de vala kir, ji aliyê Qeymeqamtiya Cizîrê ve hat tamîrkirin.    MAŞÎNEYÊN KAR ÊN GIRAN LI BIRCA BELEK IN   Vê carê jî li Birca Belek ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Hebûnên Çandî û Muzeyên Wezareta Çand û Tûrîzmê ve xebatên restorasyonê hatin destpêkirin. Wezaretê îhaleya restorasyonê da Şîrketa Bazirganî, Înşaet û Tûrîzmê ya Zeydanli. Dîwarên li derdora Birca Belek hatin çêkirin ku di meha Hezîranê de bi hezaran lîre lê hatin xerckirin, bi kepçeyan hatin hilweşandin. Hat diyarkirin ku wê wezaret jî li vir dîwar çêbike.    Li aliyê din dîwarên keleha dîrokî ku maşîneyên kar ên giran tê de dixebitin, bi xetereya hilweşînê re rûbirû ne. Di tabelaya îhaleyê de hat diyarkirin ku xebatên restorasyonê yên Keleha Birca Belek wê heta Sibata 2023’yan bidome. Balkêşe ku malîyeta îhaleya restorasyonê li tabelayê nehatiye nivîsîn.    ÎHALE DAN ŞÎRKETA KU TÊ ZANÎN   Şîrketa Bazirganî, Înşaet û Tûrîzmê ya Zeydanli ya îhale wergirt di sala 1983’yan de ji aliyê Cahît Zeydanli ve hat avakirin. Zeydanli, di sala 1994’an de şîrketa Înşaet Proje ya Kartalkaya ava kir û xebatên xwe yên di sektora înşaetê de berdewam dike. Fîrmaya Zeydanli ku li bajarên weke Bedlîs, Wan, Mûş, Amed, Riha, Dersim, Amasya, Agirî, Nîgde û Şirnexê xebatên xwe didomîne heta niha 25 îhaleyên cemaweriyê yên mezin ên weke bendav, rêyên ewlehiyê û restorasyonê girtine.    Hin îhaleyên Şîrketa Bazirganî, Înşaet û Tûrîzmê ya Zeydanli wergirtine wiha ne:    “* Meydan - Geyikpinar (13-75) Xebatên çêkirina rêya ewlehiyê.      * Karê înşaetên bendavên Çocûktepe û Golgelî yên li Colemêrgê   * Xebatên restorasyon û peyzajê yên Muzeya Dêrsimê, avahiyên Îçkaleya Amedê (Muzeya Ataturkê, avahiyên girtîgeh û cendermeyên kevin) û restorekirina sûrên Îçkaleyê.    * Restorasyon û peyzaja Qesra Îshakpaşa