‘Çêkirina mizgefta Esentepeyê li dijî hiqûq û mevzuatê ye’ 2022-11-30 11:48:03   ÊLIH - Îktidar lez dike ku Mizgefta Esentepeya Êlihê bike propaganda hilbijartinê. Înşeata mizgeftê tevî pêvajoya darazê jî didome û bû sedema mirina karkeran. TMMOB’ê got dewama înşeatê li dijî hiqûq û mevzuatê ye.     Li Esentepey taxa Gultepeya Êlihê di 25’ê mijdarê de îskeleya mizgefta nû lê tê çêkirin hilweşiyabû û 2 karkeran jiyana xwe ji dest dabû û 24 karker jî birîndar bûbûn. Tedawiya hin karkeran hê jî li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê didome. Têkildarî vê qezaya ku li înşeatê qewimî tu kes nehat binçavkirin. Niha çêkirina mizgeftê hatiye rawestandin.    Çêkirina vê mizgeftê li Êlihê rê li ber gelek nîqaşan vekiriye. Tê payîn ku îktidar vê mizgeftê bigihîne pêvajoya hilbijartinê û Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ji xwe re bike amûra propagandayê. Ji bo çêkirina mizgeftê heta niha gelek dar li derûdora wê hatin birîn. Tevî ku biryara dadgehê heye jî lê çêkirina mizgeftê hat domandin.    DOZ HÊ JÎ DIDOME    Li gel îtîraza Desteya Koordînasyona Bajêr a Êlihê ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsaz a Tirk (TMMOB) ji bo bihijîje hilbijartinê û bikin propaganda lê înşeat bû sedema mirin û birîndaran. Nûnera berê ya Odeya Plansazên Bajêr a Êlihê Melek Atalay têkildarî çêkirina mizgeftê axivî. Atalay diyar kir ku wan wek TMMOB’ê ji bo betalkirina guhertina plana avaniyê ya li Esentepeyê serî li Dadgeha Îdareya Êlihê dan û wiha got: “Şaredariyê di sala 2018’an de plansaziya qadeke 160 hezar metrekare guhert. Me îtîrazê biryara meclise kir, lê hat redkirin. Me serî li Dadgeha Îdarî ya Êlihê da. Dadgehê bi 2 dengan li dijî yek dengî, derbarê me de biryar da. Piştre ji bo betalkirina biryarê û rawestandina birêvebirina înşeatê serî li Dadgeha Îdarî ya Herêma Dîlokê da. Dadgehê di 30.12.2019’an de bi yekdengî biryara betalkirina biryara Dadgeha Îdarî ya Êlihê bi îhtîmala îtîrazê ji bo me da û di 10’ê adara 2020an de agahî da me. Lê belê ji ber ku şaredariyê li dijî vê biryarê îtîraz kir, doz hê jî didome.”    'ÇÊKIRINA MIZGEFTÊ LI DIJÎ HIQÛQÊ BERDEWAM KIR’    Atalay ji bo li dadgeha îstînafê biryara qezenckirina dozê, betalkirina planê û rawestandina pêkanîna wê bi bîr xist û got: “Tevî van biryaran jî şaredariyê bi awayek bêhiqûqî û li dijî mevzûatê bêdestûr û qaçax çêkirina mizgeftê da berdewamkirin. Paşê di nav agahiyên ku hatine bihîstin de heye ku rûxseta înşeatê hatiye sererastkirin. Esentepeya ku di çand û hafizeya bajarvaniyê ya Êlihê de xwedî cihekî girîng e, diviyabû bi rewşa xwe ya daristanî ya xwezayî bihata parastin û wek qadeke hêşîn bihata hiştin. Li derûdora vê înşeatê tê çêkirin gelek darên kevnare hebûn lê bêyî ku bên rakirin hemû hatin qirkirin.”    ‘BILA ESENTEPE BI XWEŞIKIYA XWE BIMÎNE’    Atalay bal kişand ser qezaya ku li wê înşeata ku dijhiqûqê tê çêkirin pêk hat û wan wek şande xwestiye biçin cihê bûyerê lêkolîn bikin lê destûra wan nehatiye dayîn û ew ê qezaya qewimiye lêkolîn bikin. Atalay anî ziman ku heke daxwaz û pêniyazên wan li ber çavan bihatana girtin dê li Esentepeyê qirkirina xwezayê jî û mirina mirovan jî pêk nehata û ew dixwazin Esentepe mîna xwe berê bi xweşikiya xwe ya xwezayî bimîne.