STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku pêvajoya heyî dê ne parçebûnê lê bi xwe re yekitiyeke birûmet bîne. Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdagê jî anî ziman ku bi banga Abdullah Ocalan re deriyên serdemeke nû hatine vekirin.
Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê di roja duyemîn de berdewam dike. Di konferansê de Hevserokên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş peyam ji konferansê re şandin. Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay peyamên Fîgen Yuksekdag û û Selahattîn Demîrtaş xwend.
PEYAMA FÎGEN YUKSEKDAGÊ
Peyama Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdagê ku ji Girtîgeha Sîncanê şandî wiha ye:
Ez Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Di vê dema ku gelên Tirkiye, Kurdistan, herêm û cîhanê di bin dorpêça şerê giran de tên eciqandin, mirov karibe bibe dengê aştî û demokrasiyê û bibe hêza têkoşîna çareseriyê gelek girîng e.
Bi banga birêz Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re ji bo Tirkiyeyeyê û hemû gelên herêmê deriyê serndemek nû vebû. Yên ku ruh, wate û hêzê bide vê serdema nû, dê yekîtiya xurt a demokratîk a hemû gelên me yên bindest, gelên herêmê, jin û ciwan bin. Bi bawerî û biryara ku ev konferans dê bibe ruh û hişê vê tevgerê, ez hemû kesên ku keda wan tev li vê konferansê bûye û hemû beşdaran bi rêzdarî silav dikim.
PEYAMA DEMÎRTAŞ
Peyama Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji Girtîgeha Edîrneyê şand wiha ye:
Ez hemû kesên ku ji bo Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî li Stenbolê kom bûne û avakirina civakeke demokratîk, aştî û bi edalet armanc dike, tevan silav dikim. Di vê serdema ku di dîroka mirovahiyê de qeyrana herî kûr dijî de êdî aştî ji bo me û hemû gelên cîhanê mecbûrî ye. Polîtîkayên şer ku otoriteriyê, înkarê û newekheviyê pêş dixe, bi xwe re talankirin, wêrankirin û xerakirinê tîne. Ne tenê erdnîgariya me, wijdanê me jî birîndar kiriye. Ji ber vê yekê axaftina vê konferansê dê siberoja me diyar bike. Aştî ne tenê berdana çekan û bêdengkirina çekan e. Aştî bi edalet, azadî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet pêkan e. Aştî, bi hîskirina Kurd, Tirk, Ereb, Ermen, Elewî, Sunî u hemû baweriyan a vê axê pêkan e. Divê her kes xwe wekî hemwelatiyeke azad li ser vê axê hîs bike û karibe bi awayekî aram bijî.
Civaka demokratîk jî ne bi tirs, fikar û zextan pêş dikeve. Civaka demokratîk bi tevlêbûna demokratîk, bawerî, vîna azad û bihevre jiyana hemû nasnameyan pêkan e. Ne tenê zimanek, ne tenê çand, bawerî û nijadek, Divê hemû cudahî, reng, bawerî û nasname wekhev û azad bi hevre bijîn.
Li gorî vê wateyê sekna wêrek û bi biryar a birêz Ocalan pir bi qîmet û watedar e. Xwezî ev pêşdarazî bihatina rakirin û birêz Ocalan karîbûya raste rast bi civakê re bihata cem hev û bi civakê re bi axiviya. Ez bawer dikim wê demê dê hemû fikarên gelên Tirkiyeyê û hêrsa hemû kesan bitefiya. Çareseriya demokratîk û diyaloga aştiyane ji boü me tevan pir bi qîmet e.
Divê Tirkiye êdî ne bi polîtikayên înkar, cudakarî, wêdekirin û tunehesibandinê bê birêvebirin. Divê Tirkiye êdî bi polîtîkayên demokrasî, aştiya civakî û serdestiya hiqûqê bê birevebirin. Divê bi jiyana hevpar û wekhev bê birêvebirin.
Herî dawî vê yekê bibêjim. Ji bo me hemûyan aştî pêkan e. Demokratî pêkan e. Welatekî wekhev, azad û bi hevre pêkan e. Ji bo vê yekê em têikoşin. Ez we hemûyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. hemû kesên ku keda wan tev li vê konferansê bûye pîroz dikim.”
